Parêzeran ji bo Rêberê Gelê Kurd bibînin serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgehê ya Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgehê ya Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaan Faîk Ozgur Erol, Raziya Ozturk, Rezan Sarica û Cengiz Yureklî ji bo miwekîlê xwe bibînin serlêdan kirin.
Ji sala 1999'an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî hatî hêsîrkirin û heta niha tecrîda giran li ser hatiye danîn.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû lê hê axaftinê dom dikir axaftin hatibû birîn.