Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan.

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bê qebûlkirin dê sibê biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran a hefteya borî bi hinceta "kêştî xirab e" hatibû astengkirin.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 573 roj berê çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn.

Parêzer heta niha 159 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên 2 girtiyên din ên li Îmraliyê tên girtin çûn Îmraliyê û hevdîtina asayî ya malbatê pêk anînbûn.