Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran her wiha ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdana hevdîtinê kirin.

Tecrîda giran a li ser Rêber Apo dewam dike.