Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sê sal in nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe werbigirin, ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo karibin Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bersiv ji wan re nayê dayin.

Di nava 12 salan de tenê 5 caran parêzeran karîbûn hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin. Hevdîtina herî dawî jî 7'ê Tebaxa 2019'an pêk hat, ku di ser re çar sal derbas bûne.