Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzer ji bo karibin Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê erênî yan jî neyînî ti bersivê nikarin werbigirin.
Di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran parêzeran karîbûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Hevdîtina dawî ya parêzeran di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hat.