Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe yên ku nêzî 3 sal in agahî jê nayê wergirtin, serlêdanên nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe yên ku nêzî 3 sal in agahî jê nayê wergirtin, serlêdanên nû kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş ên di bin tecrîda mutlaq de ne re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzer ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê ne erênî ne jî neyînî nikarin bersivekê werbigirin.
Abdullah Ocalan di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran karîbû parêzerên xwe bibîne. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve ku hevdîtina herî dawî ya bi parêzeran re pêk hatibû zêdeyî 4 sal derbas bûne.