Parêzer Karabûlût: Li ser Whatsappê plansaziya qetlîama Konyayê hatiye kirin

Abdurahman Karabûlût ê ku parêzerê malbata Dedeogûllari ye ya ku li Merama Konyayê hatibû kuştin, diyar kir ku plansaziya qetlîamê li ser koma Whatsappê hatiye kirin.

Di 29’ê Tîrmehê de heft kesên ji malbata Dedeogûllari li Meramê hatibûn kuştin.

Hevjîn, dayik, bav û birayê kujer Mehmet Altûn jî tê de 10 kes di 3’ê Tebaxê de hatibûn kuştin lê Mehmet Altûn hê jî nehatiye destgîrkirin.

Parêzerê malbatê Abdurahman Karabûlût diyar kir ku êriş bi plan e û li ser twîtterê ev agahî belav kir:

“Derket holê ku kesê qetlîam kiriye ne bi tenê ye. Piştî 12’ê Gulanê dema êrişî malbata Dedeogûllari hate kirin, malbata hember li ser Whatsappê komek ava kiriye û bi awayekî organîzekirî ev qetlîam kirine.”