Parêzaran xwest Rêberê Gelê Kurd bibîne
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwestin biçin Îmralî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwestin biçin Îmralî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind di bin tecrîdeke giran de ye, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Di 23’ê Îlona 2020'an de, bi hinceta “Nexşerêya" Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di Çileya 2021'an re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Ocalan.
Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.