Parêzaran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin

Parêzaran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsaye dan.

Ji parêzerên Rêberê Gerê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Heke bersiveke erênî ji Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê bê dê parêzer sibê biçin Îmraliyê.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (449 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên "Kêştî xerabe ye", "Rewşa hewayî", "Kêştî di temîrê de ye" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê kêm in" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.