'Pakêt, li gel pirsgirêka Kurd dê bi kêrî ti pirsgirêkan neyê'

'Pakêt, li gel pirsgirêka Kurd dê bi kêrî ti pirsgirêkan neyê'

Xebatkarên Şaredariya Peyasê, ji bo serbestberdana Şaredar Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên Kurd ên girtî, îro cara 187. çalakiya "Pêncşema Reş" lidar xistin.

Di çalakiya li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê de ji Alîkarên Şaredarê Peyasê Aynûr Yilmaz, Îhsan Avci, Serokê Tum-Bel-Sen Şaxê Amedê Medenî Alpkaya, dayikên aştiyê, endam û xebatkarên meclîsa şaredariyê amade bûn.

Serokê Tum-Bel-Sen Şaxê Amedê Medenî Alpkaya li vir daxuyanî da û got, "Di ser gavên aliyê Kurd ên ji bo aştiyê avêtiye re neh meh bihurîn. Di nava vê demê de ji aliyê hikûmetê ve ti gaveke bi nirx nehat avêtin. Hemû bendewarî li ser pakêta demokratîkbûyînê ya hikûmetê aşkera bikira, bû. Lê belê pakêteke ku gelekî dûrî kêrhatina pêvajoyê, hat aşkerakirin. Ev pakêt, di serî de pirsgirêka Kurd dê bi kêrî çareseriya ti pirsgirêkan neyê."

Protestoya "Pêncşema Reş" bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.