Ozsoy: Ji bo Tirkiyeyê siyaseta sûdwergirtina ji nakokiyan qediya

Parlamenterê hDP'ê Hişyar Ozsoy anî ziman ku hevdîtinên li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yan jî yên li Soçiyê nîşan didin ku meqesa navbera DYE û Rûsyayê ji bo Tirkiyeyê teng bûye.

Serokkomarê AKP'î ku ji bo axaftina li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (CGNY) çû DYE'yê û ji aliyê heyeteke fermî ve nehate pêşwazîkirin, bi Joe Biden re jî nekarî hevdîtinekê bike. Tevî DYE'yê ji serokên gelek welatn re got 'Hûn dikarin bi rengê online tevlî CGNY'ê bibin', Erdogan tevî heyeta xwe bi wesayitên zirxî yên bi balafirên kargoyê hatin birin li New York avahiya 'Turkevî' vekir.

Erdogan ji bo dîtina Pûtîn çû Soçiyê. Piştî hevdîtina Erdogan û Pûtîn daxuyanî nehate dayin.

Hevberdevkê Têkiliyên Derve yên HDP'ê Hişyar Ozsoy li ser mijarê axivî û destpêkê bi bîr xist ku hevdîtina li Soçiyê tenê di navbera du kesan de pêk hatiye. Ozsoy bi bîr xist ku di Civîna Bilind a NATO'yê de ya meha Hezîranê, Erdogan bêyî heyetan bi Biden re rûnişt û hingî taşeroniya ji bo Balafirgeha Kabûlê ya Efganistanê li pêşiya wî hate danîn. Li gorî Ozsoy di vê hevdîtinê de jî dibe ku daxwazeke taşeroniyê yan jî tawîzeke gengaz hebe. Di ajandaya navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji Qirimê heta S-400'î û Derya Reş qadeke berfireh hebe jî karê sereke ji bo Erdogan mayina li Sûriyeyê ye.

HEWL DIDE KRÎZÊ TALOQ BIKE

"Rûsya ev demeke li Idlib û Efrînê hem li dijî leşkerên Tirk hem jî li dijî çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişên hewayî dike. Rûsyayê ragihandibû kuk ji herêmên di destê Tirkiyeyê de ne hem li dijî leşkerên Sûriyeyê hem jî li hemberî yên Rûs êriş tên kirin. Li herêmên din jî alozî hene lê bi taybetî li van herêmê Tirkiye bêhtir tê tengavkirin. Erdogan ji ber ku vê yekê dibîne hewl da ku tavilê bi Pûtîn re hevdîtinê bike. Erdogan hewl dide krîzê hinekî din taloq bike. Lê belê dawiya dawî wê li qadê bên hemberî hev."

DAWÎ LI POLÎTÎKAYA NAKOKIYAN HAT

Ozsoy bi bîr xist ku sala 2015'an piştî ku Rûsya dakete qadê, eşkere bû ku hêza wê derê dîzayn bike Rûsya ye. Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku Tirkiye ji bo polîtîkaya xwe dewam bike nakokiya navbera herdu hêzan demeke dirêj bi kar anî, lê êdî dawî li vê polîtîkayê hatiye.

"Polîtîkaya sûdwergirtina ji nakokiyên van herdu hêzan ev demek e qediya ye. Biden ji bo koordînatoriya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk wezîfedar kir. McGurk ji berê ve alîgirê wê yekê bû ku Emerîka jî Kurd jî li Sûriyeyê bi Rûsyayê re biaxivin, li hev bikin û rêyeke hevpar peyda bikin. Ji xwe îradeya siyasî ya vê yekê daniye holê. Dibe ku di navbera DYE û Rûsyayê de dema bê hevpariyek jî bê kirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya bikaranîna herdu hêzan bi rengekî fermî bi dawî bûye. Em bînin bîra xwe, berê DYE nerazîbûn nîşanî êrişeke Rûsyayê ya li dijî hêzên Tirk dida. Dema ku gelek leşkerên Tirk di êrişa hewayî ya Rûs de hate kuştin, Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê Jim Jeffrey gotibû 'Leşkerên me şehîd bûn'. Di vê astê de xwedî lê derdiket. Niha têkildarî bûyerên ku hefteyeke li Idlib an jî Efrînê diqewimin DYE dengê xwe nake."

ERDOGAN ÇÛ EV YEK LI NEW YORKÊ RAGIHAND

Hişyar Ozsoy destnîşan dike ku têkiliyên navbera Tirkiye û DYE'yê nebaş e. Li gorî Ozsoy Erdogan çû New Yorkê û ev yek li wir ragihand, lewma gotina '20 sal in me ti carî bi vî rengî nekir' hate bilêvkirin. Ozsoy diyar kir, tevî ku gelek pere ji şîrketên lobî re hate dayin jî Erdogan nekarî bi Biden re hevdîtinê bike, lê belê li Romayê di civîna bilind a G20 de dibe ku hevdîtinek pêk were. Ozsoy destnîşan kir ku ev yek jî têkçûneke. Ozsoy bi bîr xist ku Obama dema ku dest bi wezîfeyê kir serdana xwe ya destpêkê li Tirkiyeyê kir, lê di nava 10 salan de têkilî hatiye vê astê ku ev yek ji bo Tirkiyeyê têkçûn e.

"Tirkiyeyê bi gotina 'Em ê S-400'î li cihekî cuda bi cih bikin' û bi vî rengî ji bo DYE piştgiriya bi Kurdên li Sûriyeyê bibire mesele kir bazara li ser Rojava. Niha di nava budçeya Wezareta Parastinê ya DYE'yê de bi 170 milyon dolarî piştgirî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk re tê dayin. Mebesta Tirkiyeyê ya ji piştgiriyê ev yek e. Her wiha DYE'yê beriya niha demeke kurt serdanên dîplomatîk li Rojava kir. Destpêkirina danûstandinên DYE'yê bi Îranê re, destûra ji bo binpêkirina ambargoya li ser Sûriyeyê di ser Lubnanê re; nîşaneya lihevkirinek di mijara Sûriyeyê de bi Rûsyayê re... Ev hemû tên wateya guhertineke nû. Bêguman em ê bibînin ku wê li Sûriyeyê çi bibe. Ji bo Tirkiyeyê meqesa navbera DYE û Rûsyayê teng dibe. Ji bo vegera ji vê yekê jî qadeke manewrayê tune ye, lê belê ne dikare Rûsyayê bi temamî bike dijberê xwe ne jî DYE'yê. Dema ku vê dike, dibe ku herduyan bi hev re jî ji dest bide."