Ozguneş: 50 hezar cerdevanan sûc kirin

Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş di hevdîtinên budçeyê ya li Meclîsa Tirk axivî. Ozguneş diyar kir ku 50 hezar cerdevanan sûc kirine.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li ser budçeya 2023’an a Wezareta Karên Hundir a li Desteya Giştî ya Meclîsê mafê axaftinê girt û got ku desthilatdariyê bi polîtîkayên şer welat kiriye dewleta polîs, leşker û cerdevanan. Ozguneş anî ziman ku polîs û leşker têrê nekirin û ev car sîstema cerdevantiyê derxistin holê û wiha got: “Destpêkê bi lîstoka Osmanî gotin ‘parêzvantiya gund’, niha dibêjin ‘cerdevanên ewlehiyê’; bibe dervey bajêr, bibe Rojava û Başûrê Kurdistanê. 57 hezar cerdevan li vî welatî hene, bi wê jî têr nabin û ji kesên teqawut bûne re jî dibêjin ‘were em te bibin operasyonê’. Hûn Kurdan bi Kurdan didin kuştin.”

‘50 HEZAR CERDEVANAN SÛC KIRINE’

Ozguneş anî ziman ku cerdevan bi gelek sûcên weke revandina jinan, kuştina mirovan, destdirêjiyê, tiryak û hwd ketine rojevê û ev tişt got: “Çend sûcdar? 24 hezar 500. Di çend salan de? Di 12 salan de. Dema ya piştî wê tê hesapkirin, 50 hezar cerdevanan sûc kirine.”

Ozguneş gotina polîs a “ez dewlet im” ku di çalakî û merasîmê de êrîşê parlamenter û gel kiribû, bi bîr xist û got: “Ev çi hişmendiye? Destek we di qirika gel de ye, destek we di berîka gel de ye û we jiyan jê re veguherandiye dojehê.”