Otobusa ‘Ji bo Ocalan Azadî’ ku ev mehek û nîve li Ewropayê digere dest bi tura Swîsreyê ir. Otobus li St. Gallen û Winterthur bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin.
Otobusê ji tura xwa Swîsreyê ji St. Gallen dest pê kir. Otobus bi konvoyeke mezin ji sînorê Awusturyayê hat pêşwazîkirin. Ji navendên girîng yên bajar ligel konvoyê derbasî îstasyona trenê ya navenda St Gallen.
Dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’ , ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin berzkirin û çalakgerên Kurdîstanê bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.
Serokê KON-KURD’ê Îsmekt Kem, hunermendên kurd Şemdîn, Eylem, Mustafa Şahîn, endamên Tevgera Jinan a Kurd, Yekitiya Gaziyên Kurd, nûnerên malbatên şehîdan jî di nav heyeta Otobusa Ji Ocalan re azadî bû. Otobus ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin û piştî pêşwazîkirinê serokên KON-KURD’ê Îsmet Kem axivî û wiha got: “ Em berxwedana dîrokî ya serokatiya xwe, sekna bi rumet ya gerîlayan, berxwedana girtiyan û meşa bi biryar ya gelê xwe silav dikin”
Di axaftina kul i ser navê Tevgera Jinan a Kurd hate kirin de jî wiha hat gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkayên tasfiyeyê yên AKP’ê vala derxistine û ji ber vê sedemê jî serokatî di bin tecrîda girankirî de tên hiştin. Çareseriya sexte ya AKP’ê deşîfre bûye.”
Li bajarê ST. Gallen dostên kurdan jî piştgirî dan wan. Nûnerên Seksiyona Rêxitina Efuyê ya Navnetewî St Gallen Olga Musodîkî û nûneran Keskan Basîl Oberhozer jî axaftin kirin û gelê kurd silav kirin.
LI WINTERTHURÊ PÎROZBAHIYA BI COŞ
Li bajarê Wînterthur jî otobus bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Di têketina bajar de otobus ji aliyê kurd û dostên kurdan ve hat pêşwaz^kirin. li Qadê axaftina yekemîn çalakgerê otobusê Azat Bîngol bi Almanî kir. piştre ji nûnerên meclisa jinan a Bêrîtan û Eylan Şukran Sîncar mafê axaftinê girt.”
Çalakgerên otobusê vê êvarê li Wînterthurê li Komeleya kurd dê panelekê pêk bînin û sibê jî dê derbasî bajarê Luzer bibin.