Otobusa 'Ji Ocalan re Azadî' li Grazê bû

Otobusa 'Ji Ocalan re Azadî' li Grazê bû

Otobusa ji Ocalan re Azadî ya ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd di 8’ê îlonê de ji bajarê Manheimê dest bi gera li welatên Ewropayê kir, roja înê li bajarê Graz a Awisturyayê bû.

Otobus, 19’ê cotmehê saet di 14.00 de li têketina bajarê Grazê ji aliyê bi dehan wesayitan ve hate pêşwazîkirin. Otobus ligel wesayitên hatin pêşwaziyê bi awayê karwanekê li navenda bajêr geriyan û piştre gihiştin mitînga li Giriesplatzê. Li qada mitîngê otobus bi çepikan ji aliyê nêzî 500 kesî ve hate pêşwazîkirin.

Li ser navê çalakgeran Hasan Acar axaftinek kir û li ser navê Înîsiyatîfa Malbatên Şehîdan nunerek axivî.

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a navneteweyî de ku ji bo azadiya Ocalan di qada navneteweyî de hatiye destpêkirin, îmze hatin berhevkirin û Awisturyayi jî eleqeyek mezin nîşan dan.

Li ser navê partiyên SPO (Partiay Sosyal-Demokrat), Keskan û KPO (Partiya Komunsît a Awusturyayê) axaftin hatin kirin û peyamên piştevaniyê dan.

Li ber stranên Koma Azadî û Hozan Şemdîn govend hate gerandin. Di mitîngê de bênavber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re hate qêrîn. Mitîng saet di 18.00 de bi dawî bû li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê civînek gel hte lidarxistin.

Di civînê de Hevserokê Konferderasyona Komeleyên Kurdan ên Ewropayê (KON-KURD) Îsmet Kem axivî û diyar kir ku kampanyaya îmzeyan di heman demê de pêngavek a dîplomasiyê ye, divê em xwe bigihînin bi miliyonan kesî.

Otobusa ji Ocalan re Azadî dê li paytexta Awusturya Viyanayê bê pêşwazîkirin.