Otobusa ji Ocalan re Azadî di roja xwe ya 39’an de li eyaleta Bregez a bajarê Drînbrîn a Awusturyayê bû.
Duh saet di 13.00’an de otubus ji bajarê Înssbruck derket rê û 60 km ji Bregez re mabû ku karwanek bi dehan wesayîtî pêşwazî kir. Piştî tura bajar derbasî Markzplatzê bûn.
Li vir ji bo bîrananîn kesên di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin, alên KCK, postenê mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ‘Ji Ocalan re azadî’ hatinvekirin. Her wiha jina bi cil û bergên xwê yên rengîn bala gelê herêmê kişand.
Der barê armanca çalakiyê de danezan bi zimanê almanî hate xwedin û piştre li ser navê çalakgeran Dayika Rahîme axivî û diyar kir ku amanca wan ew e ku daxwazên kurdên li Ewropayê dijî bila ji rayagiştî ya Ewropayê re bê nasîn. Dayika Rahîma da zanîn ku ji bo nasnameya kurd li welatên YE’yê bên nasandin dê zêdetir têbikoşin.
Li se navê TEV-ÇAND’ê jî axaftin hate kirin û hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 14 mehe li Îmraliyê berxwedaneke mezin dide û hate gotin ku hunermendên kurd jî bi awayekî aktîf tevli kampanayaya ji bo Ocalan Azadî dibin.
Piştî mîtînga k udi çarçoveya kampanyaya îmzeyana ‘Ji bo Ocalan Azadî’ stand hatin vekirin de, li Mala Gel a Kurd civîneke gel pêk hat.
Otobus sibê dê vegerin bajarên Înnsburuck ku ji ber şert û mercên hewayî mîtîng pêk nehat. Saet di 14.00’an de li navenda bajar dê mîtîng pêk were.
Roja din jî dê biçe bajarê Salzburg.
Heta niha li 6 welat û 40 bajarî otubusa ji bo Ocalan Azadî geriya û di çarçoveya çalakiyê de bi dehan îmze hatin berhevkirin.