Otobusa 'Ji Ocalan re Azadî' li Awusturyayê ye

Otobusa 'Ji Ocalan re Azadî' li Awusturyayê ye

Otobusa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku 40 roj in bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welatên Ewropayê digire, li Awusturyayê ye. Çalakgerên otobusê li bajarê Linzê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.

Otobusa ku di 8’ê îlonê de ji bajarê Mannheima Almanyayê bi rê ket, li welatên Swêd, Holanda, Belçîka, Danîmarka û Almanyayê, bi giştî li 37 bajaran geriya. Otobusê niha jî dest bi gera li Awusturyayê kir.

Çalakgerên otobusê li bajarê Lînzê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Piştre li Hauptplatzê mitîng hate lidarxistin.

Di mitîngê de li ser navê çalakgeran Helîme Gokçen û Hozan Şemdîn axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku zêdetirê salek û sê mehan e ku Ocalan li Îmraliyê helwestek a berxwedanî nîşan daye û ba kişandin ser grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de.

Her wiha, hate xwestin ku Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn divê piştgirî bidin kampanyaya ji ocalan re Azadî. Li vir jî, li qada mitîngê ji bo azadiya Ocalan standa îmzeyan hate vekirin û îmze hatin berhevkirin.

Bernameya çandê ya mitîngê bi Koma Deng dest pê kir. Piştre Koma Jiyan tiyator li ser tecrîda li Îmraliyê hatibû amadekirin nîşan da. Mitîng bi stranên Koroya Zarokan a Mûsa Anter û staranên dengbêj Umran Gelo bi dawî bû.

Di saetên êvarê de, li Komeleya Çandê ya Kurdan civîna gel pêk hat. Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (KON-KURD) Îsmet Kem axaftinek kir û banga ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûmd Dogan a bi awayê “Em li vir li ber xwe didin. Divê hûn dengê berxwedana me ji hemû cîhanê re rabigihînin” bi bîr xist û destnîşan kir ku ev gotin ji bo îro ye jî.

Otobûsa ji Ocalan re Azadî îro di saetên danê sibê de ber bi bajarê Innsbruckê ve bi rê ket.