Organên medyayê yan tevnên civakî?
Organên medyayê yan tevnên civakî?
Organên medyayê yan tevnên civakî?
Li gorî lêkolîneke ku li Fransayê hatiye kirin, bandora organên medyayên mezin li gorî tevnên civakî yên ku her diçe zêde dibin, zêdetir bi bandor û hêza wê ya gîhandinê heye. Lê tevnên civakî jî ji ber parvekirinên lezgîn û hem jî bi bandora xwe ya li şer şîrketên mezin û organên medyayê balê dikişîne.
Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê şîrketa Kantar Media hatiye kirin, bandora tevnên civakî û organên medyayê anîne hemberî hev.
Di lêkolînê de bandora 110 radyo, televizyon, rojname û malperên înternetê û her wiha di serî de twîtter û tevnên civakî hatin lêkolînkirin û her wiha nûçe û parvekirinên der barê nexweşiya ebola ya li Rojavayê Afrîkayê wek mijar hat dest girtin. di çarçoveya lêkolînê de bi hezaran peyamên der barê vîrusa eboleyê ya di meha Cotmehê de ya li ser tevnên medyayê hatin lêkolînkirin.
JI SEDÎ 85 ORGANÊN MEDYAYÊ LI PÊŞ IN
Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku organên medyayê di mijara xwegihandina girseyan de bi bandortir e û her wiha para agahdarkirina tevnên civakî jî ji sedî 15 ye. Di mijara nûçeyên der barê ebolayê de radyo, televîzyonan ji sedî 48 di rêza yekem de cih girt û çapemeniya nivîskî jî ji sedî 15 û çapemeniya înternetê jî ji sedî 20 bû.Twîtter ji sedî 13 û tevnên civakî yên din jî ji sedî 2 bû.
TEVNÊN CIVAKÎ JI ÇAPEMENIYÊ TÊN XWEDÎKIRIN
Li gorî lêkolînê, tevnên civakî di aliyê parvekirina agahiyan de girêdayî organên medyayê ne. Piraniya peyamên der barê eboleyê de yên li ser Twîtterê hatine meşandin ji organên medyayê hatine girtin.
Di lêkolînê de hat diyarkirin ku tevî tevnên civakî hêza wê ya bandorê ya li ser civakê bi sînor e jî, di pêleke biçûk de dikare biryarê bide girtin.