Operasyona YPG'ê ya li Serêkaniyê dewam dike
Operasyona YPG'ê ya li Serêkaniyê dewam dike
Operasyona YPG'ê ya li Serêkaniyê dewam dike
Di çarçoveya operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li derdora Serêkaniyê de, duh 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku operasyona li başûr û başûrrojavayê Serêkaniyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatiye destpêkirin, bênavber dewa dike û di vê çerçoveyê de li hemberî komên çete çalakî tên lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê, duh piştî nîvro li hemberî komên çete yên di navbera bajarokê Rawîa û xeta sînor de bi cih bûbûn çalakiyek pêk hat. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.