Operasyon û tevgerên keşfê yên artêşa Tirk

Artêşa Tirk a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgerên xwe yên keşfê dewam dike, li herêma Amedê derket operasyonê.

Artêşa Tirk a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgerên xwe yên keşfê dewam dike, li herêma Amedê derket operasyonê. Operasyona duh destpê kir, îro bi awayekî bê encam mayî bi dawî bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:

"Ji saet 07:00 ê 25'ê Hezîranê heta saet 12:00 ê 27'ê Hezîranê li ser qadên Mêrgezerê, Çarçela û Bînbîr ên herêma Zagrosê, artêşa T.C a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kirine. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla her zêde dibe. Li gorî vê yekê;

Di 27'ê Hezîranê saet di navbera 03:00 - 11:00 de li qadên Şehîd Rahîme û Şukê yên herêma Avaşînê, ji saet 02:00 ê 25'ê Hezîranê heta sibeha 27'ê Hezîranê li herêmên Metîna û Heftanînê, di 27'ê Hezîranê saet di navbera 03:00 - 07:00 de li herêma Zapê û xeta sînor, artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye.

Artêşa Tirk xwestiye li ser rêya bendava Farqînê ya li navçeya Amed Farqînê dest bi çêkirina qereqoleke nû bike. Ji bo vê jî artêşa Tirk hêzeke berfireh a leşkerî veguhest herêmê û derket operasyonê. Hêzên me yên gerîla yên saet di 22:30 ê 26'ê Hezîranê de bi vê hêza operasyonê hesiyan, ji bo hişyarkirinê gule teqandine. Operasyon di sibeha 27'ê Hezîranê saet di 03:30 de bi awayekî bê encam mayî qediya ye."