Onay: Em di erdhejê de nemirin em ê ji ber penceşêrê bimirin
Nazîfe Onay diyar kir li navçeya Battalgazî ya Meletiyê kavilên erdhejê li Taxa Beydagi tê rokirin û got “Em di erdhejê de nemirin lê wisa xuyaye em ê ji ber penceşêrê bimirin.”
Nazîfe Onay diyar kir li navçeya Battalgazî ya Meletiyê kavilên erdhejê li Taxa Beydagi tê rokirin û got “Em di erdhejê de nemirin lê wisa xuyaye em ê ji ber penceşêrê bimirin.”
Li Meletiyê ligel xetereya asbestê, kavilên avahiyên ji ber erdhejê hilweşiyabûn li Taxa Beydagi ya navçeya Battalgazî tên rokirin. Li hemberî kirina ku li ser tendirustiya gel xetereyên mezin çêdike, mamoste Nazîfe Onay giliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê û Walîtiya Meletiyê kir. Onay diyar kir ev tişta li hemberî tendirustiya wan bi qestî tê kirin û got “Em ji erdhejê nemirin lê em ê ji penceşêrê bimirin.”
Onay diyar kir kavilên erdhejê li taxa wan tê rokirin û got “Dema me pêşiya kamyonan birî, Midûriyeta Derdor û Bajarvaniyê ya Meletiyê gazî me kir û got ‘Ev di bin berpirsyariya Wezareta Derdor û Bajarvaniyê de ye. Em bi tenê kavilan radikin’. Ji me re gotin wê maskeyan li taxê belav bikin û avê li kavilan bikin lê ev jî nekirin. A niha li her dera taxê kavil hatine rokirin û em nikarin bêhnê bistînin. Di van kavilan de asbest heye, ji ber vê divê herî kêm 13,14 kîlometre dûrî bajaran werin rokirin lê li vir di navbera me û cihê ku kavil tên rokirin 100 metre jî tune. Li Tirkiyeyê asbest hatiye qedexekirin lê di avahiyan de tê bikaranîn û bi ser de li vir li qadên çandinî û jiyanê tên rokirin. Ev asbest dema tevlî ava bin erdê bibe, ev tişt wê gelekî xetere be. Em ne ava bendavan lê ava binê erdê vedixwin û bi vê avê erdên xwe av didin. Em ne ji erdhejê lê em ê ji penceşêrê jiyana xwe ji dest bidin.”
Onay diyar kir ji ber ku li vê derê bêtir Elewî û Kurd hene, kavil bi qestî li vir tê rokirin û got “Wisa dikin ku em koç bikin. Ez di heman demê de bi KHK ji karê xwe hatibûm dûrxistin, min digot ez ê tevî dê û bavê xwe li ser baxçe bixebitim û debara xwe bikim lê a niha em di navbera mirin û koçkirinê de mane. Heta ku ev kavil ji taxê were rakirin em ê têbikoşin.”