OIAC di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de rejîma Sûriye hişyar kir
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî (OIAC), ji beriya hevdîtinên Cinêvê rejîma Sûriye ya ji nû ve bikaranîna çekên kîmyewî hişyar kir.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî (OIAC), ji beriya hevdîtinên Cinêvê rejîma Sûriye ya ji nû ve bikaranîna çekên kîmyewî hişyar kir.
Li ser navê OIAC dîrektorê giştî Amedt Uzucu daxuyaniyek da û diyar kir ku li Sûriyeyê ji ber bikaranîna hinek êrîşên bi çekên kîmyewî divê ji berpirsan hesab bê xwestin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mîsyonekî ya lêkolînê ya li ser navê OIAC’yê erkdar in, diyar kirin ku di demê dawî de li Sûriyeyê gihiştine hinek çavkaniyan ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Mîsyona bi navê JIM a ji aliyê OIAC û Neteweyên Yekbûyî (NY) ve Tebaxa 2015’an hatibû avakrin, ji êrîşa kîmyewî ya meha Nîsana îsal a li Han Şeyhûnê hate kirin, artêşa Sûriyeyê berpirs nîşan dabû.
Ev daxuyaniya ku beriya hevdîtina Civnêv a ku wê sibe ji nû ve destpê bike hate dayîn, nerazîbûna rêveberên Sûriye kişand. Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriye Faysal Mekad anî ziman ku bi ‘sûcdariyên derew’re rû bi rû ne.
Mekdad, îdîaya ‘leşkerên bi pere yên hinek welatan’ di dema şerê li Sûriyeyê çekên bi kîmyewî bikar anîne, anî ziman.
Rejîma Sûriye, di sala 2013’an ji ber zextên navneteweyî bibû endamê OIAC’ê û hinek çekên xwe radestî NY kiribûn.