OGÎ: Li Tirkiyeyê dengê çapemeniya muxalîf tê birîn

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora meha Adarê vê carê ji bo piştgiriyê bide Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî li Stenbolê daxuyanî da.

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ) ku her meh rapora mehane li Amedê aşkere dike, vê carê ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, rapora Adarê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê aşkere kir. Li salonê pankarta “Çapemeniya Azad nayê bedengkirin" hate vekirin. Xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nûnerên çapemeniyê û gelek rojnameger tev li daxuyaniyêbûn. Berdevkê OGÎ Hakki Boltan daxuyanî da.

Boltan, diyar kir ku meha Adarê ji bo çapemeniyê û rojnamegeran bû meha zext, ceza û binçavkirinan û wiha got: "Bû meha yekdengiyê. Êdî li Tirkiye deng û çapemeniya muxalîf nayê xwestin. Çapemeniya yektîp û yekdeng tê xwestin. Çapemeniya muxalîf her gav dikare dengê wê bê qutkirin. Yên nikarin bikirin bi riya qeyûman desteser dikin. Firotina Koma Medya ya Dogan rê li pêş şikandinek mezin ya çapemeniyê vekir. Ji niha û şûnde Rêveberiya Qesrê wê bêtir hewl bide tenê çapemeniya ku cih dide yek dengî derxe pêş. Piştî înternet xistin bin kontrola RTUK'ê û Koma Dogan firotin, niha jî bi riya Qeyûmê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û çapxaneya Gun desteser kirin. Ev aşkere nîşan dide ku Qesr dixwaze her tiştî têxe kontrola xwe."

'TÊKOŞÎNA ME YA ÇAPEMENIYÊ 30 SAL IN DIDOME’

Boltan, da zanîn ku di hefteyek dawî de desthilatdariya AKP'ê weşanên înternetê bi destûra RTUK'ê ve girê da û wiha got: "Bi vê yekê îktîdara AKP'ê dixwaze bi hêsanîtir medya kontrol bike. Li aliyê din Koma Medya ya Dogan ku bi hemû hêza xwe xizmeta îktîdarê dikir jî ji ber ku di qada aborî de serbixwe bû firotin û xistin destê patronan. Hem di qada aborî de û hem jî di qada polîtîkaya weşanê de xistin bin desthilatdariya xwe. Bi vê yekê jî nehat ser şev nîvê şêvê (27 Adar 2018) polîsan bi ser Buroya Navendî ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku tekane nûneriya çapemeniya azad e girtin. Dîsa bi ser Çapxaneya Gun a Ozgurlukçu Demokrasî lê tê çapkirin de girtin û dest danîn ser. Hemwext bi ser rojname û çapxaneyê de girtin û li aliyê din Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Îhsan Yaşar, Xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn jî di nav de 27 xebatkarên çapemeniyê binçav kirin û hêj di bin çavan de ne. Hişmendiya ku dixwazin bi ve yekê Çapemeniya Azad bêdeng bikin, xuya ye ku tiştek ji têkoşîn û kevneşopiya me ya 30 salan fam nekirine."

‘KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD WÊ BIDOME’

Boltan, da zanîn ku çapemeniya azad her dem di şopa heqîqetê de dimeşe û wiha berdewam kir: "Ji bo vê yekê bedelên giran dan. Avahiyên rojnameyê hatin bombekirin. Li kolanan rojnameger hatin înfazkirin. Bi hizaran sal cezayê girtîgehê dan xebatkarên çapemeniyê. Lê qet û qet dest ji têkoşîna şopa heqîqetê bernedan. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku desteser kirin jî berdewama mîrateya vê kevneşopiyê ye. Ji ber vê yekê kevneşopiya Çapemeniya Azad wê di her şert û mercan de astengiyan derbas bike û şop û rêya heqîqetê berdewam bike."

RAPORA MEHA ADARÊ

Boltan rapora Adarê aşkere kir û ev agahî da:

*170 rojnameger girtî ne.

*41 rojnameger hatin binçavkirin.

*2 rojnameger hatin girtin.

*3 rojnameger der barê wan de doz hat vekirin.

*83 rojnameger hatin darizandin. Ji vana der barê 30 rojnamegerî de ceza hat birîn. Li 30 rojnamegeran bi tevahî 178 sal û 4 meh ceza hat birîn.

*1 rojname û 1 çapxane qeyûm tayînî wan hatin kirin.

*1 rojnameger nivîsên wî hatin sansurkirin.

* Koma Medya ya Dogan hat firotin.

*Înternet ket bin venêrtina RTUK'ê

*Rojnameyek 12 caran ji aliyê BTK'ê ve hat astengkirin."