Hukûmeta Bexdayê biryara girtina baregehên leşkerî yên Tirk ên li Iraqê da û tê payin ku vê mijarê bîne rojeva Parlementoyê. Nunerê YNK’ê yê Franse û Belçîkayê Barza Barac rexne kir ku hukûmeta Iraqê ji bo vê mijarê xebatek cidî nake û got; “Em hêvîdar in ku ji artêşa Tirkiyeyê ji Iraqê derbikeve.”
Hukûmeta navendî ya Bexdayê di 2’ê cotmehê de biryara girtina baregehên Tirk ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê da. Balkêş bû ku ev biryar piştî parlementoya Tirk tezkereya operasyonên dersînor dirêj kir, hat. Bi vî awayî têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Iraqê de ji sala 2003 ve gihişt asta herî krîtîk.
Parlementerê Meclîsa Nunerên Iraqê Arkan Ez-Zebarî jî got ku Parlemento jî plan dike ku dawî li hebûna baregehên leşkerî yên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bîne. Zebarî ji ajansa nûçeyan a Rûsan Ria Novosti re axivî û got; “Ji bo betalkirina peymanên ku berê rejîma Seddam Huseyîn bi Enqereyê re îmze kir û dihêlin ku leşkerên Tirk li bakûrê Iraqê bimîne, komîsyona peywendiyên derve ya meclîsê, dê pêşniyar bîne rojeva parlementeran.”
Baregehên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê xwe digihînin salên 1990’an. Li herêmê bi dehan tank û bi hezaran leşkerên Tirk hene. Her wiha her kes dizane ku dewleta Tirk van baregehan weke navendên sîxûrî yên li Başûrê Kurdistanê bi kar tîne.
Lê niha nayê zanîn ka dê hukûmeta Bexdayê vê biryara têxe meriyetê an na. Lê ji bo vê gelek rexne li hukûmetên Bexda û Hewlêrê tên kirin. Artêşa tirk li aliyekê hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê didomîne, li aliyeke din jî her roj ji bejahî û hewayi ve Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.
Nunerê YNK’ê yê Franse û Belçîkayê Barzan Farac ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku divê Hukûmeta Herêma Kurdistanê biryara hukûmeta navendî ya Bexdayê pêk bîne.
HUKÛMETA IRAQÊ BI HEVKARIYA HUKÛMETA HERÊMÊ BIRYARÊ PÊK TÎNE
Farac diyar kir ku ger tiştek ji bo asayişa welat û parastina sînorên welat hebin, biryara vê yekê hukûmeta navendî ya Iraqê dide û wiha domand; “Dema hukûmeta navendî ya Malikî kengî biryarek wiha bide, bi hevkariya Hukûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna wê biriyarê bi hev re dixebitin. Ger hukûmeta Iraqê biryarek bide, Hukûmeta Herêmê jî alîkarî dide û biryarê bi cih tîne.”
Farac got; “Em dibêjin, Iraq welateke federal e. Hukûmeta Herêma Kurdistanê desthilatiya xwe heye, lê sînor di destê dewleta navendî de ye û çi biryarê bide hukûmeta Herêmê jî pêk tîne” û destnîşan kir ku pratîka vê biryara derxistina leşkerên Tirk nizanim çawa dibe, lê hukûmeta herêmê biryarên hukûmeta navendî pêk tîne.
EM NABÊJIN BILA LEŞKERÊN IRAQÊ BÊN KURDISTANÊ
Nunerê YNK’ê destnîşan kir ku YNK bi xwe jî di nav hukûmeta Iraqê de ye û got ku Lîsteya Kurdistanî ya ku PDK jî û YNK jî di nav de ye, heye. Farac got; “Lê em nabêjin bila leşkerên Iraqê bên Kurdistanê. Ji ber ku artêşa Herêma Kurdistanê xwe heye, ev artêş ji pêşmergeyan pêk tê û beşek ji artêşa Iraqê ye. Di vê çarçoveyê de dikarin weke beşek ji Iraqê sînorên Herêma Kurdistanê biparêzin.”
GELÊ BAŞÛR JI PKK’Ê ZÊDETIR ZIYANÊ DIGIRE
Farac got; “Hincet çi be jî, em li dijî wê yekê ne ku artêşek bê nava xaka Kurdistana Iraqê. Hincet çi be jî, PKK be an jî tiştek dibe. Ev yek pirsgirêka Kurd çareser nake . Lê gelê Başûr ji PKKê zêdetir ziyanê digire. Ji ber ku gundên me wênra dibe, xelkê me yê Kurd wêran dibe. Yanî em vê yekê naxwazin û dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe.”
HUKÛMETA IRAQÊ JI BO DERXISTINÊ KAREK CIDÎ NAKE
Barzan Farac wiha domand; “Em hêvîdar in ku ji artêşa Tirkiyeyê ji Iraqê derbikeve. Ev peymanek kevn e ku di navbera hukmeta Iraq ûTirkiyeyê de pêk hatibû. Lê hukûmeta niha ya Bexdayê jî karek cidî ji bo derxistina leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê nake. Biryar di destê hukûmeta navendî de ye.”
DIVÊ LI SÛRIYE HEMÛ MAFÊN SIYASÎ YÊN KURDAN BÊN NASÎN
Nunerê YNK’ê Barzan Farac bal kişand ser rewşa Rovayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî û got; “Em weke YNK bi girîngiyek mezin temeşayê rewşa Kurdistana Sûriyeyê dikin. Li Sûriyeyê şoreşek heye. Me di civîna partiya xwe gelek behsa Sûriye û bi taybet jî behsa rewşa Kurdên Sûriyeyêk kir. Em piştgiriya gelê Kurd li Sûriyeyê dikin. Em piştgirî didin hemû guhertinên demokratîk ên li Sûriyeyê pêk bên. Divê hemû mafên siyasî yên gelê Kurd bê nasîn. Em piştgiriya xebatên wan dikin. Ew biryar didin ka dê çi bixwazin, lê ji bo bikarin mafên xwe bi dest bixin, em pişgiriya wan dikin.”
Farac destnîşan kir ku YNK ji bûyerên li Sûriyeyê û bi taybet li Kurdistanan Sûriyeyê ne dûr e û got; “YNK yek ji hêzên sereke yên Kurdistanê ye û li gel hêzên din ên Kurd peywendiya wê heye. Haya YNK’ê ji Peymana Hewlêrê (peymana avakirina Desteya Bilind a Kurdan) heye û weke hêzekê beşdar bûye.”
Farac diyar kir ku haya wan ji civînek nepenî ku dibêjin di 2’yê îlonê de li Hewlêrê li dijî PYD’yê pêk hatiye tune ye û got; “Jixwe helwesta YNK’ê aşkere ye. Rêveberiya YNK’ê beriya du hefte civînek girîng a rêveberiyê li dar xist. Me piştî civînê daxuyaniya , beşek ji vê civînê li ser rewşa Sûriye û bi taybet jî li ser Kurdistana Sûriyeyê bû. Me li wir helwesta xwe diyar kiriye. Em dixwazin guhertin demokratîk çêbibin û rejîmeke siyasî û demokratîk bê ser hukûm. Divê gelê Kurd di vê çarçovyê de mafên xwe yên serekeyi bi dest bixe.”
EM PIŞTGIRÎ DIDIN MAFÊN KURDÊN BAKÛR
Farac diyar kir ku têkiliya YNK li gel hêzên Kurdistana Bakûr qut nebûye, bi hêzên Kurdan ên siyasî yên li Bakûr re di têkiliyan de ye û got; “Em bi awaye giştî piştgiriyê didin hemû daxwazên demokratîk ên gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê.”
EM LI DIJÎ DESTWERDANA SÛRIYEYÊ NE
Farac bal kişand ser gotûbêjên der barê destwerdanek muhtemel li hemberî Sûriyeyê û got; “Em naxwazin şerek herêmî biqewime. Em li dijî hemû destwerdanên nava axa Sûriyeyê ne. Em dixwazin gelên Sûriyeyê bi xwe biryara xwe bidin û rejîm biguhere rejîmeke demokratîk. Ji ber wê jî divê gelê me yê Rovayê Kurdistanê li hemberî hemû destwerdanan şiyar bin û divê tu hincetê nede tu hêzan ku destwerdaneke leşkerî pêk bîne.”