Norwêc nexweşxaneya DAIŞ'ê ya li Tel Ebyadê fînanse dike
Norwêc nexweşxaneya DAIŞ'ê ya li Tel Ebyadê fînanse dike
Norwêc nexweşxaneya DAIŞ'ê ya li Tel Ebyadê fînanse dike
Televîzyona Norwêcê NRK ragihand, ku nexweşxaneya li Til Ebyadê ya bi alîkariyên dewleta Norwêcê dixebite, bi temamî di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de ye.
Beriya niha bi du salan, Komîteya Alîkariyê ya Norwêcê (Norwac) ku saziyeke alîkariyê ye, ji bo nexweşaneya di rewşeke gelekî nebaş de bû ji nû ve bixebitîne, ket nava hewldanan. Gelek alavên tenduristiyê ji nexweşxaneyê re hatin şandin. Salonên emeliyatê, dermangeh, laboratûar hatin vekirin. Maşînên diyalîzê yên hatin kirîn, ji nexweşxaneyê re hatin şandin. Ev hemû bi 6,2 mîlyon kronan hatin kirîn.
Midûrê Giştî yê Norwacê Erîc Fosse ji NRK re aivî û anî ziman ku beriya du salan wî nexweşxane ziyaret kiriye, dîtiye ku hemû amûrên teknîkî xerabe ne, heqê personelan nayê dayîn û personelên tenduristiyê bi belaş dixebitin.
Bi alîkariyên Norwacê nexweşxane ji nû ve dest bi dayîna xizmetê kir, lê çeteyên DAIŞ'ê yên herêm xistin bin kontrola xwe, dest danîn ser nexweşxaneyê. Tevî vê jî, Norwêc her meh ji bo dayîna heqdestên xebatkaran mehê 250 hezar kronî dişîne.
Erîc Fosse tevî ku qebûl dike çeteyên DAIŞ'ê li nexweşxaneyê tê dermankirin îdîa dike ku nexweşxane ne di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de ye. Lê Ereb û Kurdên li herêmê dijîn dibêjin ku nexweşxane bi temamî di bin kontrola DAIŞ'ê de ye û çete biryarê didin ku kî wê bê dermankirin kî nayê dermankirin.
Îbrahîm Muslem ê Kurdistanî ku berî DAIŞ herêmê dagir bike, endamê meclîsa Şaredariya Tel Ebyadê bû anî ziman ku nexweşxane xizmetê dide bi tenê çeteyên DAIŞ'ê û yên destekê didin wan. Hemşîreyeke Kurd a berê li nexweşxneyê dixebitî jî dibêje, "Ji sedî 100 nexweşxane di bin kontrola DAIŞ'ê de ye. Ew biryarê didin ku bê kî wê bê tedawîkirin kî nayê."
Piştî ku NRK bûyer ji raya giştî re ragihand gelek siyasetmedaran nerazîbûn nîşan dan û ji hikûmetê xwest, ku der barê mijarê de daxuyaniyê bide.
Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê yên di êrîşa li hemberî Kobanê de birîndar dibin, li nexweşxaneya li Tel Ebyadê tên dermankirin.