Nobetên Edaletê didomin: KESK’ê serdan kir

Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk serdana malbatên girtiyan yên Nobeta Edaletê digirin kir û got, “Ne hiquqa dijmin, petymanên navnetewî pêk bînin.”

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 96’emîn de berdewam dike. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên sendîkayan serdana malbatan kirin.

‘DAXWAZÊN ME YE JÎ’

Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku ew piştevaniya çalakiyê dikin û daxwazên malbatan di heman demê de daxwazên wan in. Bozgeyîk xwest Aysel Tugluk, tevahiya girtiyên nexweş werin berdan û demildest dawî li binpêkirinên mafên girtiyan were.

Li ser navê malbatên girtiyan Herdem Merwanî û Hakki Boltan jî axivîn û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.

WAN

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê jî dabûn destpêkirin di roja 69’emîn de berdewam kir. Rêveber û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) serdana malbatan kirin û piştevaniya xwe anîn ziman.