Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Aştî bi Abdullah Ocalan dibe

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê de hate ragihandin, ku heta bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin neyên kirin, pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nabin.

Xizmên Girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 145’an de dewam kir. 

Xizmên girtiyan ku li pêşiya Baroya Îzmîrê çalakiya xwe didomînin pêşmalkên bi nivîsa “Bibin dengê zindanan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kirin.

Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Menemenê jî piştgirî dan malbatan.

Dayika girtiyê bi navê Bayram Kaymaz ku li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, Medîne Kaymaz di çalakiyê de axivî û got ku heta bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin neyên kirin, pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nabin. 

Kaymaz got: “Em dibêjin bila girtiyên nexweş bên berdan. Piştî 30 salan poşmantiyê li girtiyan ferz dikin. Em vê sepanê qebûl nakin. Heta ku bi Ocalan re hevdîtin neyên kirin, pirsgirêk çareser nabin. Aştî di destê wî de ye. Êdî bes e.” 

Kaymaz bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev zêdetirî 20 meh in tu agahî jê nayên girtin. Tu baweriya me bi vê dewletê nîne. Lewma jî em ê dev ji têkoşînê bernedin. Heta çekên kîmyewî, her cureyên zilmê dikin. Heta ku bi Ocalan re hevdîtin tên kirin, heta ku zextên heyî bi dawî dibin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bi sedan mirovên me piştgiriyê didin me. Berxwedan jiyan e, em têkoşînê mezin dikin.”