Pîrozbahiya Newrozê ya li Elmanyayê wê li Hannoverê be
NAV-DEM'ê derbarê pîrozbahiya Newrozê ya Elmanyayê daxuyaniyek da û diyar kir ku Newrozê wê 17'ê Adarê de li bajarê Hannoverê were pîrozkirin.
NAV-DEM'ê derbarê pîrozbahiya Newrozê ya Elmanyayê daxuyaniyek da û diyar kir ku Newrozê wê 17'ê Adarê de li bajarê Hannoverê were pîrozkirin.
Kurdên li Elmanyayê dijîn wê îsal Newrozê li bajarê Hannoverê pîroz bikin. Newroz wê 17'ê Adarê bê pîrozkirin û derbarê kite kitên pîrozbahiyê hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîsekî weşandin.
JI BO JIYANA AZAD DIVÊ BI RUHÊ NEWROZÊ EM RABIN SER PIYAN
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku Newroz hebûn û vîna Kurdan nîşan dide û hat gotin, "Di Newroza 2018'an de divê gelê me li her derê li dijî mêtingeriyê rabe ser piyan û vîn û daxwaza xwe ya aştiyê li hember mêtingerî, faşîzm û zilmê deynê holê. Nexweşên giran ne di nav de, hewce ye hemû ciwan, yixtiyar, jin û zarok her kes li qada Newroza navendî li bajarê Elmanya Hannoverê bin. Ji bo Kurdan çandek, kevneşopiyek û erkeke neteweyî ye ku hebûna rastiya Kurd deynê holê. Kurdan bi hezaran salan nirxê Newrozê wiha zindî girtine û ji niha û şûn ve jî wê hebûna wê wiha bidomînin."
NEWROZ CEJNA GELÊN BINDEST E
Di daxuyaniyê de derbarê pîrozbahiyê ev agahî hatin dayîn: "Li gel mêvanên ji Bakur, Rojava, Başur û Rojhilatê Kurdistanê, ji KCD, HDK, HDP, PYD'ê û mêvanên surprîz wê beşdar bibin. Wekî din di serî de Şaredarê Bajarê Mezin ê Hannoverê di nav de, serokên partî û fraksiyonên siyasî yên Elman û nûnerên saziyên demokratîk ên Kurd û ji Tirkiyê wê bêne vexwendin. Di serî de NAV-DEM û Yekîtiya Jinên Kurd ên li Elmanya (YJK-E), Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (F-CÎK), Navenda Yekîtiya Êzidiyên Kurdistanê (Nav-YÊK), Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Ciwan, Platforma Rojava Rojhilat Êdî Bes e, Platforma Berxwedana Efrînê û hemû saziyên em vedixwînin Newroza ku wê di 17'ê Adarê de li Hanovverê pêk bê. Em bawer dikin ku wê li gorî ruhê pêvajoyê bi sed hezaran seferberî Newrozê bibin."
JI DU MILAN WÊ MEŞ PÊK BÊ
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê derbarê bernameyê de paşê agahiyên berfireh bêne dayîn û herî dawî ev hatin gotin: "Gelê me hewce ye ji niha ve ji bo tevlîbûna Newroza Navendî xwe amade bike. Ji derveyî nexweşên giran hewce ye ciwan, yixtiyar, jin û zarok her kes bi cilên xwe yên neteweyî li qada Newrozê bin. Heke ji niha ve derfet hebin girîng e ku gelê me dawetên xwe yên di heman dîrokê de bi paş bixin, kesên wê rojê dixebitin destûrê bigrin û werin qada Newrozê. Newroza Navendî wê ji milê Sor û Kesk ji du milan bi meşeke kurt dest pê bike û gel heta qada pîrozbahiya Newrozê bimeşe. Derbarê bernameya Newrozê, cihê kombûnê, rêya meşê, parkan hwd. agahiyên berfireh paşê bêne dayîn."