Netirse kes nîne: Hikumxwarên heta bi hetayê vegotin

Netirse kes nîne: Hikumxwarên heta bi hetayê vegotin

Eger em bi gotina amadekarên pirtûka "Ne tirse kes nîne" Sîbel Oz û Ayşegul Tozeren a ji bîranîn, rojane û çîrokên hikumxwarên muebbetê bêjin; ji bo kêfxweşî, dilrehetî û aramiyê banga xwendinê nayê kirin, ji bo meşa di çola rastiyên pîxwas de, ji bo birçîbûna di qûntarên çiyayekî de, ji bo dayîna dû koçberî, qikirin û mirinan banga xwendinê tê kirin.

Pirtûka bi navê "Ne tirse kes nîne", ku ji metnên mirovên ji ber sedemên siyasî mehkûmî ragirtina heta bi hetayê bûne yên li hucreyên yek kesî nivîsandine pêk tê, ji weşanên Notabene hat weşandin. Pirtûka 16 nivîskarên hikumxwarên heta bi hetayê, ji metnên bi sernavê "Çol, Kevir, Dem, Hesret, Însan û Deng" pêk tê, di sala 2008'an de bi hewldana Însiyatîfa Pêlên Dîn ên li Derve, ku bi armanca piştgirîdayîna girtiyan hat avakirin, derket holê.

Di pirtûka ku Sîbel Oz û Ayşegul Tozeren amade kir de, jiyana mirovên ku 23 saetên rojê bi tena serê xwe derbas dikin, bi tenê saetekê li "hewşê" derbas dikin, tê vegotin.

Ergîn Atabey, Mahmût Ûlûsan, Nîzamettîn Ozoglû, A. Rahîm Akalap, Salîh Gun, O. Hayrî Konar, Alî Tekîn, Yuksel Yîgîtdogan, M. Nûrî Ozen, Saît Dayan, Denîz Tepelî, Mûhabbet Kûrt, Metîn Yamalak, Mehmet Akpolat, A. Vahat Kavak û Zeynep Avci hikûmxwarên ragirtina heta bi hetayê ne, ku ked dane pirtûkê.

Hikumxwar, bersiva "çol, kevir, dem, hesret, mirov û deng" a li hucreyê nivîsandin û ji xeyalan heta hesretê, cîhana ku li hucreyê ava kirine, vegotin. Ne tenê ev yek, dijbertiya hucreyê yan jî tecrîdê ya li hemberî mirovahiyê jî nîşan dan.

'EGER EZ BIKEVIM KES NÎNE DESTÊ XWE DIRÊJ BIKE'

Ji Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê A. Rahîm Akalp bêmirovatiya li hucreyê bi van gotinan di pirtûkê de anî ziman; "Li Hucreyê tişta destpêkê hîn bûm ew bû, ku divê bi saxlemî pê li erdê bikim û nekevim erdê. Ji ber ku eger bikevim erdê kesek nîne destê xwe ye alîkariyê dirêjî min bike" û wiha dewam dike: "Ji zarokatiya xwe ve, li her cihê lê jiya me hejmara mirovên bi wan re bûm, kêmî 15-20 kesan nebûbû. Lê niha bi rastî jî bi tenê me. Bi dengê "Êdî tu bi tenê ye û tu yê her tim bi tenê bimîne" yê di mejiyê min de dubare dibe. Nizanim ku çiqasî li ser we kursê mam."

Ji Girtîgeha Tîpa F ya Sîncan a Enqreyê O. Hayrî Konûr jî hucreyê dişibîne goreke mezin û dibêje, "Dema tenêtî kûr dibe, di nêrîn, hest û dil de mirov zêdebûnê pêk neynin, ne hêsane ku mirov li vê dojehê bijîn. 

Di pirtûkê de, rojnivîsên Mûhabbet Kûrt a li Girtîgeha Jinê ya Tîpa F ya Sîncanê cih digire û bi gotina "Ez bêriya mirovan dikim" hesreta xwe ya ji bo mirovan tîne ziman.