Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê ye

Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federasl Nêçîrvan Barzanî hat Enqereyê. Barzanî li Balafirgeha Esenbogayê peya bû, lê bersiv neda pirsên rojnamevanan.

Hate zanîn ku Nêçîrvan Barzanî dê di hevdîtinên bi rayedarên Tirk re de pêşketinên dawî yên li Iraqê û rageşiya di navbera Başûrê Kurdistan û Iraqê de gotûbêj bikin.

Tê diyarkirin ku dê teqez mijarên PKK û Sûriyeyê were rojeva hevdîtina Barzanî û rayedarên Tirk. Hat ragihandin ku dê Barzanî bi Serokkomarê Tirk Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derve Ahmet Davûtoglû re hevdîtin pêk bîne.