Serokwezîrê Herêma Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê Tirkiye beriya daxwaza çekdanînê bike, bi PKK’ê re dest bi diyalogê bike.
Nêçîrvan Barzanî ji beşa Farsî ya BBC re axivî û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê pêk bê, pêşniyarên wek “A niha agirbest”, “Başkirina şert û mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan” û “Beriya daxwaza çekdanînê diyalog bi PKK’ê re bê destpêkirin” rêz kir.
Barzanî destnîşan kir ku divê Tirkiye fêm bike ku pirsgirêk ne pirsgirêkek leşkerî ye, pirsgirêke siyasî ye, û got ku ev pirsgirêk tu caran bi rêbazên leşkerî çareser nabe. Barzanî got; “Tenê rêyek a çareseriyê heye, ew jî diyalog û muzakere ye.”
Barzanî îdîa kir ku di serdema rêbertiya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan de li Tirkiyeyê guhertinên girîng ên erênî pêk hatine û got; “Ev pirsgirêk di şevekê de çareser nabe. Ev demek dirêje ku ev pirsgirêk heye. Ji bo çareseriya pirsgirêkê jî dem divê. Lê niha pirsa krîtîk ev e; Tirkiye dixwaze vê pirsgirêk çareser bike, an jî naxwaze? Ger dixwazin çareser bikin, divê êdî fêm bike ku neçar e ji bo diyalogê li ser maseyê rûne.”
Nêçîrvan Barzanî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê jî ev pêşniyar rêz kir; “Ya herî girîng divê a niha agirbestek di navbera hukûmet û PKK’ê de pêk bê. Ya duwem, divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin. Piştre jî, ji bo PKK çekan deyne, divê diyalogeke jidil bê kirin.”
Piştî ku BBC Farsî bi bîr xist ku merca destpêkê ya Tirkiyeyê ya ji bo diyaloga bi PKK’ê re çekdanîn e û Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan jî gotiye “Ev tê wateya teslîmiyetê, em qebûl nakin”, Nêçîrvan Barzanî got; “Jixwe ev ne tiştek rast e. Divê beriya vê (şertê çekdanînê) diyalog bê destpêkirin û piştre daxwaza çekdanînê bê kirin.”