Ne îşkencekar, zarok tên darizandin

Ne îşkencekar, zarok tên darizandin

Ji Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan bên Girtin, parêzer Hasan Erdogan diyar kir ku zarok weke her qadê li girtîgehan jî rastî binpêkirin, îstîsmar û îşkenceyê tên û got: “Ne yên îşkence û îstîsmarê dikin, zarok tên darizandin û girtin. Dewlet l igel van hemûyan tu gavan navêje.”

20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê îro dîsa bi binpêkirinan tê pêşwazîkirin. Beşeke mezin a van binpêkirinan li girtîgehan pêk tê.  Li girtîgehan jî îşkenceyên, pêkanînên xerab rastiyeke din îfade dike.

Li gorî daneyên ÎHD’ê yên di navbera 1’ê Çile-19’ê Mijdarê ya 2014’an de li 49 zarokan li girtîgehên zarokan , 64 zarok jî di bin çavan de îşkence dîtine. Hat gotin ku di navbera vê dîrokê de 360 zarok hatine binçavkirin, 59 hatine girtin û 42 jî birîndar bûne.

Ji Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan bên Girtin, parêzer Hasan Erdogan ku ji bo mafê zarokan têdikoşe, der barê geşedanên vê salê de ji ANF’ê re axivî.

DEWLET GAV NAVÊJE

Erdogan got ku salek di ser avabûna hewldanê derbas bûye, di nava hewldanê de du baro, Yekîtiya Tabîban a Tirkiye, çar sendîka û 30 saziyên civaka sivîl ên der barê mafê mirovan û zarokan de xebatê dimeşînin cih girtin û got, "Tevî ku ew dibêjin ‘Girtîgehên zarokan bigirin, dawî li girtina zarokan bînin’ jî  tu guherîn çênebûye û dewletê tu gav neavêtiye."

Erdogan da zanîn ku bi awayekî zelal nêzîkatiya dewlet û mekanîznameyên darazê yên li dijî zarokan neguheriye û wiha berdewam kir: “Di sala dawî de tevî piştî Dadgehên bi Rayeya Taybet xala 10’emîn a Qanûna Têkoşîna bi Terorê ava bû jî vê carê ‘dadgehên giştî’ wek dadgehên taybet tevgeriyan û bi dehan zarok bi sûcê ‘terorê’ hatin girtin.  Bi taybet jî li bajarê Kurdan zarok bi sedema Qanûna Têkoşîna bi Terorê re bi îdîaya endamên rêxistinê ne hatin girtin û girtin berdewam dikin.  Mehek berê di bûyerên 6-8’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de 28 zarok hatin girtin.

ZAROK ÎŞKENCEYÊ DIBÎNIN

Erdogan diyar kir ku  gelek sazî û destayan der barê binçavkirin û girtinan de dane weşandin û da zanîn ku li kolanan zarokên me hê rastî îşkenceyê tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hefteyek berê ji girtîgeha Wanê 8 zarok, bi zorê sirgûnî Enqereyê kirin. Di rîngê de 42 saetan di rê de çûn. Rastî lêgerîna tazî hatin. Rûmet wan hat binpêkirin.  Nanê hişk û av dan wan. Birçî man,  cemidîn. Yanî bi kurtasî îşkence dîtin."

ZAROKÊN ÎŞKENCEYÊ DIBÎNIN TÊN DARIZANDIN

Erdogan da zanîn ku îşkenceya li Girtîgeha Sîncanê ya di 1’ê Çileyê de pêk hat, bû sedema ku ev hewldan bê avakirin, der barê ti rayedar  û memûrî de doz nehat vekirin, der barê zarokên girtî de ji bi îdîaya ‘birîndar kirine, tehdîd kirine, zerar dane malên cemawerî’ doz hatin vekirin û hê tên darizandin.

WÊ EDALET ÇAWA BÊ?

Erdogan bi lêv kir ku di nava salê de bûyerek Pozantiya duyemîn rû daye û da xuyakirin ku li Girtîgeha Ceyhan a Edeneyê bûyera îstîsmara zayendî rû daye û got: “Der barê vê de me serî li Wezareta Dadê da. Lê tiştek nehat kirin. Tenê cezayê hişyariyê dan sergardiyanekî. Lê ti doz nehat vekirin. Ew zarok jî dîsa hate girtin.

Zarokên me tenê ji ber ku pirtûkek dizîn hatin darizandin. Ji ber vê bûyerê cezayê hucreyê girtin. Zarok li girtîgehan bêyî parêzer bi rêya telekonferansê hatin darizandin. Cezayên ne adil li wan birîn. Li Girtîgeha Wanê zarokekî ji ber ku hewl da xwe întîxar bike, du meh di hucreyê de ma. Li girtîgeh, kolan, sazî, dadgeh û dibistanan tiştên zarok pê re rû bi rû dimînin heman tişt in.”