'Ne dewlet, lê şoreşger diçin hawara gel’
Li Antakyayê, Rêveberê Dev Yapi Îş’ê Osman Unel, got: ‘’Ne dewlet, lê şoreşger û welatparêz diçin hewara mexdûrên erdhejê.’’
Li Antakyayê, Rêveberê Dev Yapi Îş’ê Osman Unel, got: ‘’Ne dewlet, lê şoreşger û welatparêz diçin hewara mexdûrên erdhejê.’’
Rêveberê Dev Yapi Îş’e Osman Unel ku bi ANF’ê re axivî, got: ‘’Pênc roj in ku em li vir in. Zexîreyên ku tên, em datînin. Konan vedidin.’’
‘ŞOREŞGER Û WELATPARÊZ XWE DIGIHÎNIN GEL’
Unel got ku ji dîtina cenazeyan û mirovên malên wan xera bûne, tu hest bi wan re nemane û behsa van tiştan kir: ‘’Komeke fermî bi çekên leşkeran hat lê duh bi çekên hêj bihêztir hat. Roja sisê û çaran bi tenê komek dilxwaz ji AFAD’ê hat, tecrûbe û alav û amûrên wan jî têr nîn bûn. Wekî din tu komeke fermî nîn e. Şoreşger û welatparêz tev li xebata xelaskirinê bûn, zexîre û av gihandin ber destên gel, hewil dan ku konan vedin. Piştî roja sêyemîn saziyên fermî bi çekên xwe hatin.
‘WÊ HEWIL BIDIN KU JI MIROVAN XALÎ BIKIN’
Antakya nemaye. Tu avahiyek saxlem nemaye ên ji pêyan mane jî kolonên wan bi xisar in. Bi ya me, wê bajêr bikin wek Sûrê, ji mirovan xalî bikin û bifiroşin hinekên din, bikin cihê rantê.’’