NCDK Upssala 4. kongreya xwe lidar xist
Navenda Civata Demokratîk a Kurd a ku li bajarê Uppsala a Swêdê xebatan dike, kongreya xwe ya 4’an li lokala komeleyê lidar xist.
Navenda Civata Demokratîk a Kurd a ku li bajarê Uppsala a Swêdê xebatan dike, kongreya xwe ya 4’an li lokala komeleyê lidar xist.
Di kongreya bi deqeyek rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdên şoreşa Efrînê destpêkirî de bûyerên li Tirkiye û Rojava hatin nîqaşkirin.
Delegeyên ku mafê axaftinê girtin bal kişandin ser, zehmetî û zoriya Kurdistaniyên ku ji ber dagirkeriya Tirk axên xwe terikandine. Qala girîngiya ji bo gel alîkarî bişînin li bajarê Uppsalayê kampanyayeke alîkariyê bê rêxistinkirin.
Ji rêveberiyên Komeleya Elewiyan ên tevlî kongreyê bibûn, anîn ziman ku tevlîbûna wan a kongreyê wê bibe destpêkeke xebatên hevpar ên navbera her du rêxistinan, wê ji niha û şûn ve hevkariya xwe hê pêştir bixin.
Ji Partiya Çep Mudura Şaxê Şaredariya Uppsala İlona Szatmarî Waldau, di peyama ji kongereyê re şandî de wiha gotiye: “Partiya me li gel gelê Kurd yên ku li hemberî qetlîam û zextên dewleta Tirk li ber xwe dide ye û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar dikîn.”
Waldaû bal kişand ku Tirkiye ne ji bo tinekirina PKK’ê ji bo tinekirina gelê Kurd, ziman û çanda wê êrîşî dike, bibîr xist ku Partiya Çep ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, ketine neva hewldanan.
Piştî ku rapora xebatê û darayê hate xwendin û erêkirin, rêveberiya ku ji 27 Kurdistaniyan pêk tê hate avakirin. Muhammed Nûrî û Tara Zirjan weke hevserok hatin hilbijartin.