Navê jina li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin aşkera bû
Hat ragihandin, ku jina li Sancaktepeyê di serdegirtina malekê de ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin Dîlan Kortak e.
Hat ragihandin, ku jina li Sancaktepeyê di serdegirtina malekê de ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin Dîlan Kortak e.
Polîsên Tirk li kolana Dûmanlar a navçeya Stenbol Sancaktepeyê, avêtin ser malekê.
Jineke ciwan a li hundirê malê, di encama gulereşandina polîsan de jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku jina hatiye qetilkirin navê wê Dîlan Kortak e.
3 kesên li hundirê malê jî hatin binçavkirin. Piştî serdegirtinê li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin.