NAV-YÊK komkujiya li Qamişloyê şermezar kir
NAV-YÊK'ê komkujiya li Qamişloyê bi tundî şermezar kir û got, "Bersiva li van êrîşan, xurtkirina şoreşê ye."
NAV-YÊK'ê komkujiya li Qamişloyê bi tundî şermezar kir û got, "Bersiva li van êrîşan, xurtkirina şoreşê ye."
Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YÊK) bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya duh a li Qamişloyê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin, bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de sersaxî li malbat û hevalên cangoriyên Kurdistanê hat xwestin û hat gotin, "Cangoriyên ji bo azadî, aştî û mirovahiyê, herdem di nav jiyana me de cih digrin."
NAV-YÊK'ê da xuyakirin, ku paytexta Rojavayê Kurdistanê Qamişlo bi hêzên xwe YPG/YPJ û Asayîşê, nirxên mirovahiyê ji bo tevahiya cîhanê diparêze û got, "Lewma ev êrîş li dijî hemû nirxên mirovahiyê hatiye kirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku mîna li Şengal, Kobanê û Minbicê, ev êrîş radixe pêş çavan ku DAIŞ li tevahiya Rojavayê Kurdistanê têk diçe.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bersiva li van êrîşan, bersiva li van sûcên li dijî mirovahiyê, xurtkirina şoreşê ye" hat ragihandin, ku ew ê xwedî li şoreşa Rojava derkevin.