NATO carek din li sivîlan xist, 3 jê zarok 5 kes mirin

NATO carek din li sivîlan xist, 3 jê zarok 5 kes mirin

Li rojhilatê Afganîstanê li herêma Nangarhar di encama êrîşa hewayî ya hêzên NATO’yê de 3 jê zarok 5 sivîlên Afganî  hatin qetil kirin.

Berdevkê polîsan yê herêmê Hazret Huseyîn Maşrekivel ji AFP’ê re axivî, li gorî daxuyaniya berdevkê polîsan, roja înê şevê saet di 11:00’an de sivîlên ku temenê wan di navbera 12-30 da bûn, 8 km dûrî paytext Celalabad, li herêmekê çûbûn nêçîra teyran, di wê demê de firokeyên NATO li wan dide. Piştre cenazeyê wan rakirin nexweşxaneya Celalabadê.

Berdevkê hikûmeta herêmê Ehmed Ziya Abdulzayî kuştina her pênç sivîlan piştrast kir. NATO jî wekî hemû carê di derbarê buyerê de da diyar kirin ku, di derbarê buyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û heya niha nayê zanîn kesên hatine kuştin sivîlin ane, ji ber ku di destê wanda tu zanyarî nîne.

Her ku diçe nerazîbûna gelê herêmê jî li himber van êrîşên NATO’yê zêde dibin. Di despêka meha Sibatê ya îsal de serok wezîrê Afganîstanê Hemîd Xarzayî ji hêzên leşkerî yên Afganîstanê xwestibû ku êdî alîkarî ji hêzên leşkerî yên NATO’yê naxwazin. Ev qedexeya Karzayî piştî buyera li herêma Kunar ku di encamêde 10 kesên ku jin û zarok di nav de hebûn ji aliyê hêzên NATO ve hatibûn qetil kirin ragihandibû.