Nasnameya 6 şervanên YPG/YPJ'ê hatin aşkerakirin

Nasnameya 6 şervanên YPG/YPJ'ê hatin aşkerakirin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameya 6 şervanên di pevçûnên li Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, di malpera xwe ya fermî ya înternetê de, nasnameya 6 şervanên YPG/YPJ'ê yên di pevçûnên li Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Her serketina rojane li Kobanê tê bidestxistin, bi saya xwîna şehîdên me tê qezençkirin."

Nasnameya 6 şervanên YPG/YPJ'ê yên jiyana xwe ji dest dane, wiha ye: "Dijwar Mihemed bi nasnav Agir Kobanê, Hemûdê Şukrî bi nasnav Çiya Kobanê, Bêrîvan Hesen bi nasnav Dîjle Kobanê, Lezgîn Bekîr bi nasnav Zinar Kobanê, Mazlûm Çiya û Zamanî Kobanê"