Nasnameya 3 leşkerên li Hatayê hatin kuştin aşkere bûn

Nasnameya 3 leşkerên li Hatayê hatin kuştin aşkere bûn

Nasnameya 3 leşkerên di şerê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de li Hatayê qewimî de mirin aşkere bû. Hat ragihandin yek serdar (bînbaşi) û 2 yên din jî serpel in (tegmen).

Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Hatayê nasnameya leşkerên di şerê li Dortyolê de hatin kuştin aşkere kir û diyar kir ku yek ji wan endamên Fermandariya Cendirmeyan a Dortyolê serdar (bînbaşi) Erhan Dîkmen, ustegmenên cedirmeyan Aytaç Kaya û Ahmet Tarim in. Hat ragihandin ku yek jê bi giranî bi giştî 4 leşker birîndar bûne.

Operasyona piştî pevçûnê li herêmê hatiye destpêkirin berdewam dike.