Namzetê Rûhanî nehat hilbijartin
Namzetê Rûhanî nehat hilbijartin
Namzetê Rûhanî nehat hilbijartin
Meclîsa Îranê ji bo hilbijartina Wezîrê nû yê Zanistiyê civiya. Daneş Aştiyanî yê ji aliyê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ve ji bo wezaretiyê hat pêşniyarkirin, nehat hilbijartin.
Namzetê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî yê ji bo Wezareta Zanistiyê Daneş Aştiyanî, ji aliyê Meclîsa Îranê ve nehat qebûlkirin. Ev rewş weke 'şerê desthilatdariyê yê li nava dewletê dewam dike' hat şîrovekirin.
Rûhanî di axaftina xwe ya beriya dengdayîna pêbaweriyê ya li Meclîsê de diyar kir, ku zanistî di mijara xwegihandina armancên Îranê de amûreke girîng e û destnîşan kir, ku divê li zanîngehan siyaset tinebe. Rûhanî, Daneş Aştiyanî ji bo Wezareta Zanistiyê pêşniyar kir.
Di hilbijartina piştî axaftinan de, namzetiya Aştiyanî bi 171 dengan hat redkirin.