Nameyên KCK’ê nedane Ocalan
Nameyên KCK’ê nedane Ocalan
Nameyên KCK’ê nedane Ocalan
Piştî mudaxaleya hikûmetê ya li hemberî heyeta BDP’ê, derket holê ku nameya KCK’ê jî negîhandine Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Pervîn Buldan got: “Qendîlê ji bo Brêz Ocalan name nivîsandibû ûxwestibû bi hevkariya Wezareta Dadê bigihêje Îmraliyê. Di hevdîtinê de me hîn kir ku name nedan Birêz Ocalan.
Wekîla seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan hevdîtina xwe ya di 14’ê cotmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîne ji rojnameya Ozgur Gundemê re nirxandin.
Li gorî nirxandina Buldan, mudaxaleya dewletê bi hevdîtinan re sînor nemaye. Buldan da zanîn ku nameyên ku KCK’ê bo Ocalan nivîsandiye, neşandine Îmraliyê.
Buldan got hevdîtin gelek girîng dîtine û wiha got: “Ev civînek taybet û girîng bû. Wek civîna ku me di Newrozê de pêk anîbû. Rayagiştî çawa ku di Newrozê de li bende deklerasyona ku me eşkera dikir, niha jî di heman bendewariyê de ye.
Buldan got Ocalan dixwaze pêvajo pêşde biçe lê ji ber şert û mercên kêm nekare piştgiriyê bide û got: “Ji ber vê jî got ;Ez banga xwe ya dîrokî dubare dikim’ û ‘Em şerê 40 salî bi dawî dikin. Dema em vî şerî bi dawî bikin em ji bo kesên ji çiyê tên jî zemîna qanûnî dixwazin.’ Ligel vê mînaka Xaburê nîşan da û got; Ji wir mirov hatin, ew girtin hundir. Bila îro ji min re zemîna qanûnî biafirînin ez wan kesan ji çiyê tînim. Ev hêz amin heye. Lê ger hêza kanalên siyasî girtîbin, ger zemîna qanûnî ava nebe, ez nekarim van kesan ji vir daxînim. Ji bo pêvajo têk neçe divê muzakere bê danîn û divê hêviyên me bên parastin.
Buldan wiha pê de çû: “Ocalan mînaka Mandela da got;Pêvajoya Başûrê Afrîka û Tirkiyeyê wek hev e. Welat û pêvajo pir dişibin hev. Li wir jî ji bo şerê hatibû kurkirin bi dawî be, Mandela berdan. Li Tirkiyeyê jî ji bo ev pêk were astengiya herî mezin dewlete. Dewlet ketiye dewrê. Pêvajo xetimandin.”
HIKÛMETÊ BERSIV NEDA NAMEYÊ
Buldan balkişand ser mudaxaleya li hemberî heyeta BDP’ê û kanalên têkiliyê ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û got: “Nameya ku KCK’ê ji Birêz Ocalan re şandiye negîhandine Îmraliyê. Piştî hevdîtina beriya vê em ketibûn Qendîlê. Qendîlê bo Birêz Ocalan name nivîsibû û dabû Wezareta Dadê. Ji xwe name wisa tên şandin. Lê di hevdîtinê de me hîn kir ku name nedan Ocalan. Dewlet û hikûmetê hêj bersiv nedane sê pêşniyarên ocalan.
Dîsa wek rayagiştî jî dizane kanalên têkiliyê yên Birêz Ocalan pir bi sînroin. Tenê birayê wî û heyeta me hevdîtin pêk tîne. Ev zehmetiyek mezine. Ji xwe sînorkirina kanalan û nedayîna nameyan bo pêvajoyê bi rîske. Dîsa derxistna Birêz Selahattîn Demîrtaş ya ji heyetê, ji aliyê Ocalan ve wek mudaxaleyeke nû hat bi navkirin. Ocalan got; înşalah em dê van derbas bikin. Ez texmîn dikimku vegotya li ser Ahmet, Sirri Sureya Onder û Selahattîn beg dê rabe.’ Dema civîn qedya min got; gelo em dê carek din bên cem hev. Got; Hêvîdarim em dê bên cem hev. Hêvîdarim dewlet û hikûmet xetaya dîrokî neke.’
Ez dixwazim vê bêjim ku ger hevdîtinên bi Ocalan re bi dawî bibe wisa xuyaye pêvajo ji aliyê serokwezîr ve qedyaye. Girtina kanalên têkiliyê yên Ocalan re tê wateya ku pêvajo bi destê hikûmetê bi dawî bûye.