Muzakereyên rêyên hesinî di 21'ê Mijdarê de ne

Muzakereyên rêyên hesinî di 21'ê Mijdarê de ne

Der barê ji nû ve destpêkirina muzakereyên li ser mafên xebatkarên rêyên hesinî de, ku bi mehan e di rojeva Elmanya de ye, aliyan li hev kirin.

Sendîkayên EVG û GDL ên xebatkarên rêyên hesinî yên Elman temsîl dikin ragihandin ku ew ê tevlî vexwendina kargeha rêyên hesinî Deutsche Bahn bibin. Di çarçoveya muzakereyan de rêveberê Deutsche Bahn Ulrich Weber û sekreterên giştî yên sendîkayên GDL û EVG wê di 18'ê Mijdarê de li Berlînê werin cem hev. Hevdîtinên giştî yên li ser mafên xebatkaran jî wê di 21'ê Mijdarê de destpê bikin.

Di rêyên hesinî de ev mehan e gelek caran grev hatin kirin, lê belê di muzakereyên li ser mafên wan de heta niha ti encam nehatiye bidestxistin. Sendîkaya GDL dixwaze li gel kêmkirina 2 saetan a dema kar a heftane, her wiha dixwaze ji sedî 5 heqdestê xebatkaran bê zêdekirin. 

Li ser banga sendîkaya GDL, di 17-20'ê Cotmehê de bi hezaran makînîst beşdarî grevê bûbûn û bi hezaran seferên trenê betal bûbûn. Ji ber ku lihevkirin çênebû, di hefteya bihurî de di trenên bar de 75 saet, di seferên trenên rêwiyan de jî bi 64 saetan grev hatibû kirin.