Mûnzûr: Mîna Mandela Rêber Apo jî wekî rêber dibînin

Ferzende Mûnzûr ku tevlî konferansa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî û Aramî ji Cîhanê re' bû, wiha axivî "Mîna Mandela, Abdullah Ocalan jî weke rêberekî dibînin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan hewldanên hiqûqî û siyasî wê zêde bibin."

Bi pêşengiya Koma Xebatê ya Mafê Mirovan a Kurd û Însiyatîfa Azadiya Ji Rêber Apo re ya Sûriyeyê, di 28’ê Sibatê û 1’ê Adarê de li bajarê Cape Town ê Efrîkaya Başûr konferansa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji cîhanê re aştî û îstiqrar” hatibû lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û sendîkayên li Efrîkaya Başûr, yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, heyetek ji Însiyatîfa Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star beşdarî konferansê bûn.

Berdevkê Kongreya Neteweyî ya Efrîkaya Başûr Cameron Dugmore, Nûnerê Partiya Komunîst a Efrîkaya Başûr Solli Mbella, Berdevka Kongreya Sendîkayên Efrîkaya Başûr Meloyn de Bruyn, Berdevkê Însiyatîfa Azadî Ji Rêber Apo re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr û Hevserokê Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurdên Efrîkaya Başûr Mehmûd Patel di konferansê de axivîn.

Berdevkê Însiyatîfa Azadî Ji Rêber Apo re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr ku beşdarî konferansê bû, li ser mijarê ji ANF'ê re axivî. Ferzende Mûnzûr da zanîn ku konferansa li Cape Townê di encama xebateke hevpar de hat lidarxistin û got, “Bi qasî 3 mehan amadekariya vê konferansaê hatibû kirin. Em wek heyet çûn Efrîkaya Başûr. Li Efrîkaya Başûr em bi dilgermî pêşwazî kirin. Di konferansê de nîqaşên gelek hêja û girîng jî hatin kirin. Parêznameyên Rêbertiyê di navenda nîqaşan de bû."

MIJARÊN HATINE NÎQAŞKIRIN

Ferzende xalên ku di konferansê de hatin rojevê wiha nirxand: “Sîstema kapîtalîst, netewe-dewlet û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, sedemên pevçûnên li cîhanê û herêmê, di vî alî de çareseriya demokratîk  ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê, şoreşa jinê, demokratîkbûna civaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîna jinê û xebatên azadiyê yên li Efrîkaya Başûr. Projeya Neteweya Demokratîk û ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, aboriya komunal, hewldanên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li Kurdistan û Efrîkaya Başûr, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan, tecrîda girankirî û têkoşîna li dijî tecrîdê, mijarên ku divê bên kirin, girîngiya azadiya Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî hatin nirxandin.”

Ferzende Mûnzûr bal kişand ser pêkhateya konferansê û got, “Nirxandinên derbarê doza Kurd de erênî bûn. Hate diyarkirin ku gelê Kurd û xaka gelê Kurd parçe bûye. Hate gotin ku azadiya gelê Kurd jî weke hemû gelên din yek ji pêşengtiya sereke ye. Her wiha ji aliyê pêkhateyan ve hate destnîşankirin ku misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yek ji pêwîstiyên herî girîng e. Ji Rêber Apo re ji feylesof û rêberekî Kurdistanî wêdetir, wekî Rêbertiyeke dinyayê hate gotin. Wekî Mandela Abdullah Ocalan jî rêberekî xwe dibînin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê pêngavên siyasî û hiqûqî zêde bibin. Soza bilindkirina têkoşîna siyasî û hiqûqî hate dubarekirin. Kesayetên xwedî bandor beşdarî konferansê bûbûn. Her wiha hate gotin ku divê fikir û felsefeya Rêber Apo baştir were zanîn, her tim were xwendin û pirtûkên wî bên belavkirin û hate gotin ku wê li dibistan û zanîngehên Efrîkaya Başûr pirtûkên Rêber Apo derxînin pêş.”

LI ZANÎNGEHAN WÊ SEMÎNER WERIN LIDARXISTIN

Ferzende Mûnzûr, diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Efrîkaya Başûr çalakiyên girîng tên lidarxistin û yek ji wan çalakiyan jî çalakiya li ber Sefaretxaneya Tirk e û wiha dewam kir: “Di van çalakiyan de qala berdêlên hatine dayîn, hate kirin. Dîmena ku derket pêşberî me gelekî baş bû. Ji ber ku li Efrîkaya Başûr gelek ronakbîr, nivîskar, şoreşger û nûnerên partiyên siyasî ji bo Rêber Apo têdikoşiyan. Ji çepgiran bigire heta rastgiran û heta partiyên siyasî yên cihê Rêber Apo wekî lîderekî dibînin. Di konferansê de pêşniyazên girîng hate kirin û biryar hatin stendin.”