MUB: Em bang dikin ku xwedî li Birêz Ocalan derbikevin
MUB’ê bertek nîşanî tecrîda da û got, ‘’Em bang dikin ku xwedî li Birêz Ocalan derbikevin’’ MUB’ê xwest ku dawî li tecrîda li ser Ocalan were û vegerin ser maseyê.
MUB’ê bertek nîşanî tecrîda da û got, ‘’Em bang dikin ku xwedî li Birêz Ocalan derbikevin’’ MUB’ê xwest ku dawî li tecrîda li ser Ocalan were û vegerin ser maseyê.
Desteya Serokatiya Konseya Netewî ya Betnahrîn (MUB) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya nivîskî de ji bo Ocalan wiha hate gotin; ‘’dostê giramgir ê gelên Rojhilata Navîn, parêzvanê demokrasî, aştî û hêviya azadiyê’’ Di daxuyaniyê de tê gotin Ocalan ev 16 sal in li Imraliyê berxwedana xwe didomîne û hate gotin, ‘’sedema sereke ya ku li Bakurê Sûriyê rêyeke çareseriya demokratîk hatiye dîtin, paradîgmaya Birêz Ocalan e.’’
Di daxuyaniyê de li ser rola Ocalan a aştiyê jî hate sekinandin û hate diyarkirin, li gel vê jî tecrîda li ser Ocalan a girankirî berdewam e.
‘’Birêz Ocalan ê ku tecrîdeke giran li ser hatiye danîn, Rêberê gel e. Ne tenê gelê Kurd, gelên ku dostên Ocalan in, ên ku ramanên wî ji bo xwe weke bestekê dibînin jî, xweyî wî heqî ne ku têkildarî rewşa Birêz Ocalan agahiyê bistînin’’ û wiha hate gotin:
DENGÊ XWE LI AKP’Ê KIRIN, BANG Lİ GEL Û SAZIYÊN NETEWÎ HATE KIRIN
‘’Hemû gelên çewisandî yên ku hemû heqên wan ên însanî, hiqûqî ji dest wan hatine standin, vîna wan hatiye binpêkirin, divê azadiya Ocalan, ewlekariya wî ya jiyanê ji bo xwe kirine pîvana nêzîktêdayin e.
Li ser vê zemînê em bang li hikûmeta AKP’ê dikin, dev ji wê siyasetê berdin ku civakan înkar dike û her wiha dev ji wê hişmendiya bi vî rengî jî, em bang dikin ku ji bo li diyalogê û maseya çareseriyê vegerin, rêya Imraliyê vekin, têkildarî Birêz Ocalan raya giştî bi awayekî rast agahdar bikin û dev ji dijminatiya hoveberiyê biqerin. Em bang li gelên Tirkiyê, raya giştî ya dinyayê, sazî û dezgehên navnetewî yên têkildarî vê rewşê dikin ku, ji bo rewşa Birêz Ocalan were ronîkirin û tecrîda li ser were rakirin, bi bayê bezê kêferatê bikin, û pêşî li şerekî nîjadî yên bigirin, li Rojhilata Navîn. Em her wiha bang li gelên Sûryanî, Asûrî-Aramî-Keldanî dikin ku bi pêşengtiya Konseya Netewî ya Bethnahrînê, bi hemû saziyên xwe ve li Birêz Ocalan xwedî derbikevin.’’