MOP’ê Newroz pîroz kir ji bo piştgiriya HDP’ê bang kir
MOP’ê Newroz pîroz kir û got “Ji bo piştgiriya HDP û Partiya Çepgir a Keskparêz em bang dikin.”
MOP’ê Newroz pîroz kir û got “Ji bo piştgiriya HDP û Partiya Çepgir a Keskparêz em bang dikin.”
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) ji bo Newrozê peyamek weşand.
Di peyama MOP’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Em li ser navê gelê Asûrî, Suryan û Keldan vê cejna Newrozê li dost, cîran, gelê Kurd ê welatparêz û têkoşer, li rêzdar Ocalan, li jin, ciwan û artêşa gerîla pîroz dikin.
Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger û qirker ku yek ji dewletên herî lanetbûyî yê dîroka mirovahiyê ye, bi feraseta qirkirinê nêzî gelê Kurd û gelên din dibe. Di erdheja 6’ê Sibatê de jî me dît ku destê alîkariyê dirêjî gelên li axa Mezopotamyayê nekiriye. Di vê serdema giran de gel xwedî li xwe derketin.
Ji ber berxwedana gerîla, dewleta Tirk di şer de negihiştiye encama ku dixwest. Tê dîtin ku pergala mêtinger û qirker a dewleta tirk di hilbijartinên dema pêş de derbên giran bixwe. Ji bo dahatûyeke bedew, azadî û wekheviyê ji bo piştgiriya HDP û Partiya Çepgir a Keskparêz a ku gelê me temsîl dike, em bang dikin.”