MOP'ê got, ''Em MOP, li ser navê Asûr/Sûryan/Keldanan kuştina 7 kesan a bi êrîşa nîjatperest ku 30'ê Tîrmehê li Konya Meramê rû dayî şermezar dikin.
Ev rewş nîşan dide ku hişmendiya îttîhatî kevirê hîmî yê dewleta Tirk e, hikûmeta berdest jî bi peywireke fonksiyonî radibe.
MOP'ê di daxuyaniyê de got, ''Dewleta Osmanî ya Îttîhat Terakkî û Kemalîst ev 200 sal in qira Xiristiyan, Yahûdî, Elewî, Êzîdî û Kurdan tîne..Li gel vê jî hê jî dewleta Tirk a alçax, nîjatperest, faşîst û şowenî statûya xwe ya dewletê li nav cîhanê didomîne'' û pirsî, ''Li şûna dewleta Tirk heke dewleteke dî ev çend ziyan bidana mirovahiyê, dewletên ku behsa demokrasiyê dikin wê ev qebûl bikirana?''
MOP'ê her wiha got, ''Divê ev xweş were zanîn, hikûmeta berdest yek ji wan hikûmetan e ku herî xweş temsîla hişmendiya dewleta Tirk dike. Ji ber vê, divê mirov dewleta Tirk ji van polîtîkayên qirker cihê nebîne.''