MLKP Rojava. Şehîdên Der Azza di nava têkoşîna me de dijîn

MLKP Rojava, têkildarî 4 şervanên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî, ku li Der Azzayê li dijî çeteyên El Nûsra û artêşa azad di şer de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îdîl, Zahîde, Cîhan û Comert ên li Der Azza tevlî karwanê nemiran bûn, di nava têkoşîna me de dijîn." Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hevrêyên me Îdîl, Zahîde, Comert û Cîhan... Çar şervanên azadiyê, çar mirovên bedew. Ji bo silava biharê bigihînin gelên me, di yekê Nîsanê de ketin hembêza axê. Di şerekî dijî çeteyên El Nûsra de tevlî karwanê nemiran bûn."

Di daxuyaniya MLKP Rojava de hat destnîşankirin, li erdnîgariyeke ku dixwazin agirê şoreşê gurr bikin, hevrêyên wan ên rûken, afirînerê siberoja bi hêvî ne.

MLKP Rojava diyar kir, Îdîr, Zahîde Comert û Cîhan, weke parçeyekî têkoşîneke bi rûmet, derketin pêş û di bihara 2017'an de tevlî karwanê nemiran bû. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku her çar hevrêyên wan, biserxistina armancên wan û pirsîna hesabê komkujiyan weke wezîfeyekê danîne pêşiya wan û hat gotin, "Em ê xwedî xewn, xeyal û bîranînên wan derkevin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê bi cih bînin. Ev yek soza me ye ji bo wan û hemû şehîdên şoreşê yên nemir in.

Li dijî dewleta Tirk a faşîst, ku tevî zext, zordarî û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, bombe li Rojava ye me, Şengala me barand û bi vê êrîşê re careke din nîşan da ku dijminê hêvî, gelan û têkoşîna jinê ya azad e, dem dema mezinkirina têkoşînê ye. Çeka hevrêyên me yên di vê rêyê de şehîd bûn, wê ti carî li erdê nemîne.

Ji bo hevrêyên me Ozge Balî, Asiye Ozlahlan, Cenç Kilagoz û Yûsûfbaş Akay ên li herêma Der Azza tevlî karwanê nemiran bûn, em sersaxiyê ji Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî, DKP û xizmên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.

Bi tevlîbûna li nava karwanê şehîdan re wan ronahiya rêya me zêde kirin.

Bi hurmet û dilsoziya bi bîranînên wan re, em ê têkoşîna xwe ya ji bo serketina şoreşê bidomînin."