MLKP: Hevrê Yilmaz Behrareş şehîd bû, em ê hesap bipirsin
Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP) / Kurdistan eşkere kir ku yek ji fermandarên partiyê Yilmaz Behrareş (Osman Nurî Ocakli) şehîd bû.
Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP) / Kurdistan eşkere kir ku yek ji fermandarên partiyê Yilmaz Behrareş (Osman Nurî Ocakli) şehîd bû.
Daxuyaniya MLKP / Kurdistan bi vî rengî ye:
"Me yek ji fermandarên partiyê xwe, kedkarê şoreşê hevrêYilmaz Behrareş (Osman Nuri Ocaklı) oxurî nemiriyê kir.
Hevrê Yilmaz li bajarê me yê Kobanê di roja 12’ê Hezîranê de di êrîşeke dijmin a nemerdane ya li dijî partiya me de şehîd bû. Serê hevrêyên me yên ku bi dil û can têdikoşin, serê Malbata Ocakli, hêzên şoreşê yên Rojava, çîna karker, kedkar û tevahî gelên me yên bindest sax be.
Partiyê me kadroyekî xwe ku bi şoreşgertiya xwe ya salan danehev û tecrûbeyeke mezin bi dest xist, bi hezkirin girêdayî hevrêyên xwe û gel bû, kadroyekî xwe yê ku bi enerjî û afirîneriya xwe bawerî dida hevrêyên xwe, kadroyekî xwe yê ku mezin difikiriya, hicûmî sînorên xwe dikir, li ser guherandin û pêşxistinê kûr dibû, ji dest da. Em hevrêyê xwe yê ku asoya xwe mezin dike, ava dike, diafirîne, şoreşgerekî hêja bû oxir dikin.
Hevrê Yilmaz Behrareşê (Osman Nurî Ocakli) ku bi eslê xwe ji bajarokê Findikli yê girêdayî bajarê Rîzeyê bû, di zêdetirî 30 salên jiyana xwe ya xwe rêxistinkirî de ji rêxistinên me yên bajaran heta di xebatên veşartî (îlegal) yên partiyê, di tevahî qadên bin erd û ser erd ên têkoşînê de bi hesteke berpirsiyarî ya mezin erk girt ser milên xwe. Bi enerjiyeke bêsekin û bi enerjiyeke ku rêhevalên xwe temam dike, bi hêza rêhevalên xwe, xwe temam dike ji bo şoreşê şer kir û kedeke mezin da. Nirxên mezin afirandin. Bû yek ji xebatkarekî şerê ku partî li pêşiya berbestan dimeşîne, di febrîqeyan de, di taxên karker û kedkaran de, di qadên azad de, li çiyayan û dawî li axên şoreşê yên Rojava. Dema ku cara yekem derbasî Rojava dibe, navê Şehîd Serkan Tosun ê ku li Rojava şehîdê me yê yekem bû rakir û navê Behrareşa ku jê pir hez dikir jî ji xwe re weke paşnav hilbijart.
Hevrêyê me Yilmaz Behrareş, ji ber xebatên xwe yên ku li bajarên mezin ên Tirkiyeyê, bi salên dirêj di zindanên faşîzmê de ma. Herî dawî piştî 10 salan di zindanê de ma û derket, ew li ser xwesteka partiyê berê xwe da qadên azad. Di sala 2013’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê, di salên 2014’an de jî derbasî axên şoreşê yên Rojava bû. Li bajarê Serê Kaniyê ya ku niha di bin dagirkeriyê de ye ji bo mezinbûna partiyê, di tabûra şehîd Serkan û tabûra şehîd Sarya de, di dibistana partiyê ya Şengul Boran de, di tûgaya Elîşêr Denîz de, demekê di rêxistina me ya Rojava de weke fermandar û rêveber ji bo pêşketina partiya me, ji bo avakirina şoreşê, mezinkirina şerê şoreşger xebitî. Ji bo avakirin û parastina şoreşa Rojava bêdudilî erk girt ser milên xwe û rol lîst. Rê nîşanî bi dehan şervanên partiyê yên ku derbasî axên Rojava bûbûn kir. Ji bo pêşxistina şervan û fermandarên ku di şopa fermandarê me yê nemir Baran Serhed de dimeşin bi şev û roj bêsekn kedeke bêsînor da. Piştî şerê Serê Kaniyê li herêma Firatê bi cih bû. Li Kobanê û derdora wê berpirsiyartiya xebata me ya siyasî û polîtîk girt ser milên xwe.
Hevrêyê me Yilmaz Behrareş di têkoşîna me ya şoreş û komûnîzmê de êşa oxirkirina bi dehan şehîdên me yên şoreşê ku tevlî kerwana nemiran bûn di dilê xwe de hîs kir. Her roja xwe ji bo rakirina tola rêhevalên me yên şehîd bi rêxistin kir. Weke endamekî partiyê yê mîlîtan heta dawiya enerjiya xwe di herî pêş de meşiya. Tevahî danehev û tecrûbeyên xwe pêşkêşî xizmeta partiya xwe û şoreşê kir. Li ser pêşketina hevrêyên cem xwe kûr bû, perwerdeyên leşgerî, siyasî û bîrdozî dan. Li dijî serdestiya mêr xeta şoreşa jin kir rênîşanderê xwe. Bi nasnameyê xwe yê enternasyonalîst ê şoreşger di xeta welatparêziya sosyalîst de ji bo azadiya Kurdistanê û ji bo pêşvebirina şoreşa Rojava yê ku weke deriyekî ku vedibe şoreşa Rojhilata Navîn fikirî, kûr bû, berê xwe her tim da pêşerojê.
Rêhevalê me Yilmaz Behrareş di axên Filistînê re jî derbasbû. Ax û berxwedana Filistînê îro di ev kêliyên berxwedanê de careke din ji gelên Rojhilata Navîn re vedibêje ku rêya azadiyê tenê û tenê bi berxwedana çekdarî ya gel gengaz dibe. Rêheval Yilmaz li kampên rêxistinên berxwedanê yên Filistînê û li Bekayê beşdarî amadekariya çekdarî ya şoreşê bû. Piştî şehadeta rêhevalê xwe Yilmaz em careke din girêdan û piştgiriya xwe ya doza azadiyê gelê Filistînê tînin ser ziman. Rizgariya gelên Rojhilata Navîn destpêkê di yekîtiya gelên Kurd û Filistînê yên ku sembola berxwedanê ne re derbas dibe.
Piştî fermandarên me yên sor Baran Serhed û Ehmed Şoreş dema ku em êşa bêdawî ya oxirkirina wî dijîn em biryardariya xwe ya hesap pirsînê ji nû ve hîna xurt nû dikin. Em ê nav û mîrasê wî yê şoreşger kêliyekî jî ji bala xwe dernexin û em diyar dikin ku em ê bi hêrsa xwe ya bê dawî ya li dijî dijmin tola wî nahêlin sibe.
Em ê weke wî ji çûyîna xwe ya ser dijmin, xwe paş ve nahêlin, nesekinin û em ê efû nekin. Ev piştî bi dehan şehîdên me di şexsê Şehîd Yilmaz Behrareş de soza me ya ku em dubara dikine; em ê hesap bipirsin."