MLKP'ê 15'ê Tebaxê pîroz kir
Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê Pêngav û Serketina 15'ê Tebaxê" ya PKK'ê li gelê Kurd pîroz kir.
Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê Pêngav û Serketina 15'ê Tebaxê" ya PKK'ê li gelê Kurd pîroz kir.
Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîolgû ya MLKP'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da û salvegera pêngavê li gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'iyan, şehîdan, gaziyan û dîlgirtiyan pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku agirê azadiyê yê bi fîşeka destpêkê ya 15'ê Tebaxê pê ket, niha li Avaşîn, Metîna, Zap, Garê, Serhedê, Botanê, Dersimê geş dibe.
Di daxuıyaniyê de hate gotin, "Ewladên bi rûmet ên gelê me yê Kurd gerîlayên azadiyê yên Kurd, bi fermandariya hevrê Egîd ê nemir bi îradeyeke bilind, bi şervaniyeke mezin, bi hêvî û biryardarî li dijî dewleta Tirk a faşîst, li dijî emperyalîstan li çar parçeyên Kurdistanê şer dikin."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Şerê me yê şoreşa yekbûyî îro li çiyayên Kurdistanê, gerîlayên azadiyê yên Kurd û gerîlayên komunîst şoreşger mil bi mil dewam dikin. Li bajaran jî ji aliyê milîsên me yên şoreşa yekbûyî dewam dike."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di şexsê fermandar Egîd de ew soz didin şehîdên şoreşê, sosyalîzmê ku hemû kelehên dewleta Tirk a bûrjûva ya faşîst hilweşînin û ala şoreşa yekbûyî li ba bidin.