Milîsên HBDH’ê li Mêrdînê çalakî kirin
Milîsên Rêber Amanos ên HBDH’ê ragihand ku li Mêrdînê bi molotofan li dijî nuqteya polîsan çalakî kirine.
Milîsên Rêber Amanos ên HBDH’ê ragihand ku li Mêrdînê bi molotofan li dijî nuqteya polîsan çalakî kirine.
Milîsên Rêber Amanos ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku ji ber komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeyê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî kirin, li Mêrdînê çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hêrsa me ya li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê mezin e! Ji bo protestokirina vê, em her derê vediguherînin qada çalakiyê. Em qêrîna gelê Kurd a ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!’ digihînin her qadê! Agirê hêrsa me wê dijmin bişewitîne!”
Têkildarî çalakiyên li Mêrdînê ev agahî hatin dayîn:
“Roja 2’ê Cotmehê me li giştî Mêrdînê bi kar û xebatên propaganda û nivîsandinan komploya navneteweyî lanet kir.
Şeva 3’ê Cotmehê me li ser rêya Nisêbîn/Rêya Hevrêşimê bi molotofan êrîşî nuqteya polîsan kir. Polîsên faşîstan bi ava TOMA’yê bersiva çalakiya me da. Piştî şerê qewimî, milîsên me bi rengekî bi ewle ji herêmê veqetiyan.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Me bi van çalakiyan hem Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî kirin, protesto kir û hem jî çalakiya fedayî ya ku hevrêyên HPG’î yên ji ‘Tabura Nemiran’ pêk anî, silav kir.”