Milîsên HBDH'ê li Geverê li navenda polîsan xistin
Milîsên Îslam Ronî yên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li Navenda Polîsan xistine.
Milîsên Îslam Ronî yên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li Navenda Polîsan xistine.
Milîsên Îslam Ronî yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin, ku şeva 23'ê Îlonê sate di 22:30'î de li hemberî Navenda Polîsan a 75. Yil çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi bombeyên destan, çekan û fîşekên hewayî çalakî hatiye kirin.
Milîsên HBDH'ê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK'ê dan û bang li ciwanên Kurdsitanê kir ku li her derê li dijî xiyaneta PDK'ê bikevin nava liv û tevgerê û tevlî nava refên HBDH'ê bibin.